SerekeSîyasî

Asta bilind ya têkilîyên Ermenîstanê û Îranê bi heyîna berjewendîyên hevpar ve girêdayî ye: Sêyêd Kazim Sacadpûr

Li gor gotina serokê înstîtûta lêkolînên sîyasî û navdewletî ya Îranê û lêkolînerê payebilind Sêyêd Mohamêd Kazim Sacadpûr, Ermenîstan di sîyaseta derve ya Îranê de cîhekî pir girîng digire, ku di serî de ji ber heyîna berjewendîyên kûr yên partîyan li ser hev tê.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, pisporê îranî ev yek di panêla konfêransa APRI-2025 ya bi sernavê “Di cîhaneke bêîstiqirar de peydakirina îstiqirarê” de, behsa asta niha û pêrspêktîvên pêşerojê yên pêwendîyên Ermenîstanê û Îranê kirîye.

 Sêyêd Sacadpûr destnîşan kirîye: “Ermenîstan di sîyaseta der ya Îranê de cîheke gelek girîng digire ku çendîn şert û mercên wê hene ji wan erdnîgarî, dîrok”.

Ewî ev bîr û bawerî anî ziman ku meseleya peywendîyên Ermenîstanê û Îranê ne tenê di nav alîyên sîyasî de, lê di nav êlîtên gelêrî de jî lihevhatinek e. Li gorî wî, ermenî beşeke ji Îranê ne û wana tevkarî kirine nava çanda Îranê, mîmarîya Îranê, mûzîk, bazirganîyêda.

Pisporê îranî tekez kirîye: “Ev şert û mercên kombûyî têkilîyên ermenîya-Îranê digihînin asteke pir baş. Ez di wê bawerîyê de me ku Ermenîstan pireke dîrokî ye di navbera Îranê û Rojavayê, yan jî bi giştî Avrasyayê. Ji alîyê çandî ve jî bûye pirak di navbera cîhana misilman û xiristîyanana de. Û Îran jî ji bo Ermenîstanê ber bi deryayên vekirî û ji alîyê çandî ve jî ji bo Rojhilata Navîn pirek e”.

Li gor wî, di têkilîyên ermenîya-Îranê de rewşeke din ya pir girîng heye – hevparîya berjewendîyan. Çima ev têkilî di rewşeke baş de ne, di asteke baş de ne, ji ber ku berjewendîyên me wek xwe mane? Serokê sazîya lêkolînên sîyasî û navdewletî ya Îranê tekez kirîye, ez wisa difikirim ku ev peywendîyên han gelek kûr in û ne demkî ne, belku peywendîyên pêşde diçin.

Herî dawî jî bal kişand ser danûstandinên heyî yên li ser asayîkirina peywendîyên navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û rola Îranê di vê mijarê de û tekez kir ku Têhran dixwaze peywendîyên baş li gel Yêrêvanê û Bekûyê hebe.

“Pêdivî ye ku em Ermenîstan û Adirbêcanê re têkilîyên baş û dîyalogê bikin, ji ber ku her du jî cînarên me ne, welatên me yên sînor in, ji ber vê yekê ji bo aramîya herêmê divê em hevsengîyê biparêzin. Îran hewil dide van peywendîyan hevsengîyê bike bêyî ku zirarê bide berjewendîyên Yêrêvanê û Bekûyê. Her wiha divê bê fêmkirin û zanibe ku Îran bi xwe li Kafkasya Başûr xwedî berjewendîyên xwe ye”,-Sêyêd Sacadpûr tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button