H’emû nûçeSereke

Paşînyan pêşwazîya hevkarî û xebata NVIDIA ya bi Firebird re kirîye ji bo avakirina binesazîya AI li Ermenîstanê

Firebird, pargîdanîyeke ewir ya îstîxbarata sûnî û hukumeta Komara Ermenîstanê, bi piştgirîya NVIDIA, hevkarîyeke ji bo avakirina binesazîya îstîxbarata sûnî ya pêşkeftî ji bo bi lezkirina nûjenîya têknolojîk û damezrandina herêma Kafkasîyayê wek navendeke îstîxbarata sûnî ragîhandîye.

Li gorî “Armenpress”ê, ev yek di daxuyanîyekê de ku ji hêla kompanîya Firebird ve hatîye belav kirin hatîye gotin.

Tê zanîn ku Firebird plan dike ku di sala 2026 a de vê projeyê bide destpêkirin, bi hezaran pêvajoyên grafîkî yên NVIDIA Blackwell, binesazîyeke bi kapasîteya ji 100 megavatî zêdetir dîzayn bike.

Firebird vîzyoneke ji bo hevkarîyeke giştî-taybet ya 500 mîlyon dolarî bi hukumeta Ermenîstanê re eşkere kirîye ku wê pêşkeftin û mezinbûna têknolojîyên îstîxbarata sûnî li wî welatî zêde bike.

Ev destpêşxerî wê bi berhevkirina binesazîya pêrformansa bilind, jêhatîbûn û nûjenîyê beşdarî mezinbûna êkosîstêma têknolojîya herêmî bike. Firebird bi hevkarîya bi pîşesazî û hukumetê re, armanc dike ku piştgirîya mezinbûna aborî bike û ji karsazî û akadêmîsyînan re bibe alîkar ku di rêza pêşin ya îstîxbarata sûnî de bimînin”,-daxuyanîyêda hatîye gotin.

Tê balkişandin ku kargeha nû ya îstîxbarata sûnî qonaxeke girîng e li ser rîya Ermenîstanê ku di têknolojîyên nifşê pêş de bibe pêşeng.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Pasînyan gotîye: “Em pêşwazîya hevkarîya NVIDIA ê dikin û bi Firebird re dixebitin ku binesazîya îstîxbarata sûnî li Ermenîstanê ava bike. Ev gaveke girîng e ji bo bihêzkirina sêktora me ya têknolojîyê û hevkarîyên cîhanî”,- serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye û daye dîyarkirin ku hukumet kêfxweş e ku piştgirîyê dide vê destpêşxerîyê û derfetên nû ji gelê ermenî û herêmê re vedike.

Damezrînerê NVIDIA ê Cênsên Hûang, di encamê de, destnîşan kirîye ku kargehên îstîxbarata sûnî binesazîya sedsala 21 da nin.

Hûang gotîye: “Hevkarîya me bi Ermenîstanê re wê bibe alîkar ku di îstîxbarata çêkirî de kapasîteyên bingehîn pêşve bibin û ji bo nûbûn û mezinbûna aborî li seranserê herêmê derfetên nû vekin”.

Damezrînerê Firebird.ai ê Razmîk Hovagîmyan destnîşan kirîye ku ew ji Ermenîstanê ber bi cîhanê ve ji bo nûjenîyê ava bikin.

Hovagîmyan gotîye:”Em ê di modêlên nûjen, robotîk û zanistê de veberhênan bikin, bi zanîngehên pêşeng yên li çaralîyê cîhanê re hevkarîyê bikin, û kapasîteyên biefirînin ku nifşên nû yên nûjen yên li Ermenîstanê înkûba bikin”,- Hovagîmyan gotîye.

Balyoza Amêrîkayêye li Ermenîstanê Krîstîna Qwînê jî coşa xwe ya ji bo projeyê nîşan daye û gotîye:

“Em ji potênsîyala îxracata têknolojîyê ya Dewletên Yekbûyî û pêşengîya îstîxbarata sûnî ku di sêktora têknolojîya dînamîk ya Ermenîstanê de nûbûneke zêdetir bimeşîne, ku wê Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê sûd werbigire, kêfxweş in”.

Balyozê lê zêde kirîye ku pargîdanîyên Dewletên Yekbûyî, wek NVIDIA, berdewam dikin ku çareserîyên kompyûtêrê û îstîxbarata çêkirî yên pêşeng yên cîhanê  raber dikin.

“Em serbilind in ku ji bo hevkarên xwe yên ermenî hevkarê bijare ne”,- balyozê destnîşan kirîye.

Firebird.ai pargîdanîyeke ewir ya AI-ê ye ku li Sanfransîskoyê û Yêrêvanê ye ku wê di sala 2026 a de sûpêrkompyûtêra AI ya yekem û herî mezin ya Kafkasyayê ku ji hêla NVIDIA Blackwell ve hatîye hêzdar kirin dest pê bike. Şaxên Firebird ê yên pêşerojê wê binesazîya AI ê ya bihêz û bi pêrformansa bilind radestê bazarên ku bi lez zêde dibin li çaralîyê cîhanê, ji nû ve veberhênana dahata xwe ji bo pêşkeftina têknolojîyeke herêmî vebikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button