Tirkîya bi navbeynkarîya di navbera Ûkraînayê û Rûsyayê de çi armancê dişopîne?: tirkzan dîyar dike

Tirkzan Rûbên Safrastyan di wê bawerîyê de ye ku Qirîm ji bo Tirkîyayê xwedî girîngîyeke stratêjîk e û alîyê Tirkîyayê naxwaze ew bibe beşek ji Rûsyayê, ku ev yek wê bandora Rûsyayê li hewza behra Reş zêdetir bike. Lema Enqere dixwaze nêzîkatîya xwe ya li ser yekparçeya axa Ûkraînayê bi belge bike.
Tirkzan, akadêmîk Rûbên Safrastyan di hevpeyvîneke li gel “Armenpress” ê, bal kişand ser rola navbeynkarîya Tirkîyayê di çareserkirina kêşeyên Rûsyayê û Ûkraînayê de û armancên stratêjîk yên Tirkîyayê yên girêdayî wê erkê.
“Di van salên dawî de Tirkîyayê hewil dide ku di hemû nakokîyên mûhtemel de wek navbeynkar tevbigere. Serkirdayetîya Tirkîyayê ev rol wek derfetek dibîne ji bo bilindkirina prêstîja Tirkîyayê li cîhanê û ev daxwaz û xewina herî girîng ya serkirdayetîya niha yan jî serokkomar ÿrdogan bi xwe ye. Ew bi giranî hewl dide ku Tirkîyayê bike welatekî bibandortir ji ya ku obyêktîv e, ango bi awayekî teqez li ser armanca xwe rabe ser daxwaza mêdyayê”,- Safrastyan gotîye.
Derbarê kêşeya taybet ya Rûsyayê û Ûkraînayê de jî, li gorî tirkzan, ji alîyekî ve bi saya hewilên navbeynkarîyê yên Tirkîyayê, ew derfetek e ji bo bilindkirina otorîtêya welatê navborî, nemaze ku em niha behsa yek ji mezintirîn nakokîyan dikin, lema welatê navbeynkar jî di navenda bala navneteweyî ya mezin de xuya dike. Ji alîyekî din ve, rola alîyê Tirkîyayê hin pirsgirêkan çareser dike, ku yek ji wan pirsgirêkan, wek mînak, ew e ku Tirkîya hewil dide nêzîkatîya xwe ya ji bo yekparçeya axa Ûkraînayê bi belge bike, ji ber ku Qirîm ji bo Enqerê girîngîyeke mezin e.
Tirkzan bi bîr xistîye ku di dîrokê de jî usa bûye û Tirkîya timê daxwazên xwe yên stratêjîk yên têkildarî Qirîmê tîne ziman, her wiha da zanîn ku Qirîm berê axa Tirkîyayê bûye.
Lê şert û mercên din jî hene ku divê li ber çavan bên girtin. Ji alîyekî ve Tirkîya alîkarîya leşkerî dide Ûkraînayê, ji alîyê din ve jî mueyîdeyên ku ji alîyê Rojava ve li dijî Rûsyayê hatine sepandin. Tirkîya ji wê yekê sûd werdigire ku tole li dijî Rûsyayê têne sepandin, ji ber vê yekê kompanîyên Tirkîyayê kelûpelên ku ketina nav axa Fêdêrasyona Rûsyayê li Rojavayê qedexe ye, ji nû ve difroşin rûsan, bi gotineke din, pêwendîyên Tirkîyayê bi her du alîyên şer re hene”.
Safrastyan amaje bi wê yekê jî kirîye ku bi naskirina helwêsta Tirkîyayê li ser pirsa Qirîmê, çi ku Rûsyayê neçar dike ku bi alîyê Tirkîyayê re hevkarîyê bike û ji wê zêdetir jî platforma Tirkîyayê ji bo danûstandinên li gel Ûkraînayê bikar bîne, Safrastyan tekez kirîye, ku gavên ku Tirkîyayê di berjewendîya Rûsyayê de diavêje, li vir pir girîng in.
Li gorî Safrastyan, Rûsyayê hindek girêdayîbûna xwe bi Tirkîyayê ve heye û tam ew rewşên ku li jor hatine behs kirin, bûne sedem ku Moskva bi navbeynkarîya Tirkîyayê di çareserkirina kêşeya Rûsyayê û Ukraînayê de razî bibe.
Derbarê wê yekê de ku gavên alîyê Tirkayayê çiqas ji dil in, yan jî Enqere bi rastî eleqedar e ji bo çareseriya bilez ya kêşeyan, muxataba me tekez kirîye ku Tirkîya endameke bibandor ya NATO ê ye û welatên avropî yên ku bingeha hevpeymanîya Atlantîka Bakur pêk tînin, elaqedar nînin ku kêşe bi awayekî ku rê bide Rûsyayê bihêztir bike helwêstên xwe.
Tirkzan di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye: “Berevajî vê, Rojava dixwaze ku Rûsya ji nakokiya Rûsyayê û Ûkraînayê heta ku dibe lawaz derkeve. Tirkîya jî heman nêzîkatîyê parve dike”.







