Concours Mondial de Bruxelles: Ermenîstan wê sala 2026 a de pêşbazîya şerabê ya navneteweyî ya bi prêstîj bike

Ermenîstan wê bibe welatê mêvandar yek ji pêşbazîyên şerabê yên herî bi prêstîj yên cîhanê, Concours Mondial de Bruxelles – CMB 2026.
Wezîreta aborî ya Ermenîstanê ragîhandîye ku Wezîrê aborî Gêvorg Papoyan, tevî midûrê weqfa rezvanî û þerabarkirina Ermenîstanê Zarûhî Mûradyanê û atîşeyê bazirganî yê Komara Ermenîstanê ya Komara Gel ya Çînistanê Koryûn Xazaryan, beşdarî çalakîya “CMB 2025” ya ku li bajarê Înçûanê di çarçoveya fermî ya Komara Çînistanê hat lidarxistin bûn.
Li gorî kevneşopîya ku hatîye destnîşan kirin, di dawîya çalakîyê de, nûnerên Ermenîstan û Çînistnê alên xwe veguherandin, îşareta radestkirina bûyerê kirin û welatê mêvandar ya sala 2026 a bi heybet destnîşan kirin.
Tê zanîn ku Concours Mondial de Bruxelles mezintirîn platforma navneteweyî ye, ku zêdetirî 370 dadwarên pispor ji çaralîyê cîhanê nêzîkî 7,500 şerabên sor û spî ji 49 welatan tam dikin. Pêşbirka ku ev nêzîkî 30 sal in berdewam dike, her sal li welatên cuda yên ku di warê hilberîna şerabê de girîng in, ji bo naskirina navneteweyî ya berhemên herêmî girîng in, tê lidarxistin. Di salên dawî de, pêşbirk ji hêla Komara Çêxîyayê, Lyûksêmbûrgê, Îspanyayê, Îtalyayê, Fransîyayê, Xorvatyayê û Mêksîkayê ve tê organîze kirin.







