Em nikarin di heman demê de bibin endamê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê : serokwezîrê Ermenîstanê

Ermenîstan nikare di heman demê de bibe endamê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê gerekê pêşerojê de biryarê bide.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, derheqa we yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di panela ku di çarçoveya forûma “GLOBSEC 2025” de li Komara Çêxîyayê hatîye lidarxistin gotîye, li ser pirsa ku Ermenîstan wê astengîya endambûna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ya li ser rîya endamtîya mûhtemel ya Yekîtîya Avropayê çawa çareser bike.
“Em fêm dikin ku em nikarin di heman demê de bibin endamê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê. Û eşkere ye ku di demek pêş de em ê biryarê bidin. Lê pir girîng e ku biryar ji hêla welatîyên Ermenistanê ve bê dayîn, hilbet di bin serokatîya hukumet û parlamentoya Ermenîstanê de”,- Paşînyan gotîye.
Û ewî gotîye ku bi kêmanî heta ku pêwîstîyeke tûnd bi girtina wê biryarê hebe, Ermenîstan wê rêformên xwe yên dêmokratîk berdewam bike ji bo ku heta dibe bila bibe standartên Yekîtîya Avropayê bi cîh bîne.
“Û dema ew hat em ê vê mijarê bixin ser sivirê, rojeva sîyasî ya Ermenîstanê û bi hemwelatîyên xwe re em ê biryarê bidin”,- serokwezîr gotîye.







