H’emû nûçeSereke

Ermenîstan çeverê ye ku Bekû li ser binpêkirina agirbestê ji alîyê hêzên Adirbêcanê ve lêkolînê bike

Ermenîstanê derbarê binpêkirinên Adirbêcanê yên li ser agirbesta sînor agahî daye Adirbêcanê, lê heta niha Bekûyê bersiv nedaye wan.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê,  derheqa wê yekêda sêkrêtarê konsêya  Ermenistanêye ewlekarîyê Armên Grîgoryan  di civîna rojnamevanîyê de  ragîhandîye.

“Me ji Adirbêcanê re pêşnîyar kirîye ku komîsyoneke hevbeş derbarê bûyerên sînorî de bê avakirin, ji bo lêkolînkirina wan bûyeran. Me belgeyeke fermî  raberî alîyê Adirbêcanê kirîye, me li ser vê yekê bi Adirbêcanê re hinek gotûbêj kirine û herwiha me ji alîyê Adirbêcanê jî xwest ku hûrgilîyên tiştên ku Bekû wek bûyer û binpêkirin binav dike, raber bike”,- Grîgoryan gotîye.

Sêkrêtarê konsêya  Ermenistanêye ewlekarîyê tekez kirîye, ku alîyê Ermenîstanê lêkolîneke berfireh kirîye û bersiva Adirbêcanê daye. Armên Grîgoryan gotîye: “Ez dikarim bêjim ku hema bêje tu binpêkirinek ji alîyê me ve nehatîye kirin. Di derbarê binpêkirinên ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatine kirin  jî agahî dane û di nava wan de qeydên vîdyoyê jî hene û tiştên ku qewimîne hene. Em li bendê ne ku ji alîyê Adirbêcanê ve lêkolîn bê kirin”.

Li gorî sêkrêtarê  konsêya ewlekarîyê, dibe ku yek ji armancên gulebarana ji tabîyên Adirbêcanê li nav axa gundên sînorê Ermenîstanê, dûrxistina bala civaka navneteweyî ji serkeftinên ku li dora peymana aşîtîyê hatine bidestxistin be.

Armên Grîgoryan wiha gotîye: “Helbet dibe ku armancên din hebin, em çavdêrîya xwe didomînin û hewil didin ku mebestan fêm bikin.

Hêzên çekdar yên Adirbêcanê ji meha nîsanê û vir ve bi awayekî demdemî gundên Xoznavarê û Xnasaxê yên Syûnîkê gulebaran dikin û car caran jî avahîyên niştecihan dikin hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button