H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê erka qutkirina têkilîyan bi Rûsyayê re yan rakirina baregeha leşkerî ya Rûsîyayê ranekirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê di forûma GLOBSEC 2025 ya li Komara Çêxîyayê, ku li ser mijarên endambûna Ermenîstanê di Yekîtîya Avropayê de hatîye lidarxistin, ragîhandîye, Yêrêvanê wezîfeya qutkirina têkilîyên bi Moskvayê re yan derxistina baregeha leşkerî ya Rûsyayê ji axa Ermenîstanê re nedaye xwe.

“Hûn zanin ku rewşa me ya dijwar li herêma me heye. We behsa hebûna leşkerên Rûsyayê li Ermenîstanê kirîye. Lê ez dixwazim bêjim ku li Ermenîstanê şandeyeke çavdêrîyê ya Avropayê jî heye, ku rewşa sînorê bi Adirbêcanê re dişopîne. Ji alîyê din ve, sala borî me asta hebûna leşkerên Rûsyayê kêm kirîye, lê ji alîyê din ve, em neçar in ku wezîfeyeke din ya Rûsîyayê ji bo bidawîkirina hebûna artêşê li Ermenîstanê pêk bînin”.

Di gotûbêja bi beşdarîya serokkomarê Sêrbîyayê, wezîrên Slovakyayê û Avstrîyayêye karên dere berê, Paşînyan tekez kirîye ku Yêrêvan di sîyaseta xwe ya derve de hevsengîyê dimeşîne û hevkarîyeke pir nêzîk bi Yekîtîya Avropayê re heye. Û dema ku behsa pirsa endametîya tam ya Yekîtîya Avropayê kirîye, serokwezîr gotîye ku “tiştek Ermenîstanê paş nagire”, û behsa qanûna ku vê dawîyê li ser destpêkirina endametîya Yekîtiya Avropayê hatîye pejirandin kirîye. Di heman demê de, ewî da zanîn ku hîn zû ye ku serlêdanek ji bo endametîya tam ya Yekîtîya Avropayê bê  raber kirin.

“Armanca me ne tenê ew e ku em herin û bibin endama tam ya Yekîtîya Avropayê, ji bo me teşwîqeke din e ku em bernameya xwe ya dêmokratîk bidomînin û bi cîh bînin. Em hêvîdar in dema ku em serlêdana endamtîya tam ya Yekîtîya Avropayê bişînin, li gorî hêjayîyên me be, ji ber ku em ê karibin rêformên dêmokratîk yên berfireh û kûr pêk bînin”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button