H’emû nûçeSereke

Heger me berê bi rêya welatekî sêyem pirs ji Tirkîyayê dikir, niha pêwendîya me raste-rast û rojane heye: serokwezîr

Van salên dawîn de di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de dîyalogeke aktîv hatîye avakirin. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li konfêransa GLOBSEC 2025 ya ku li Prahayê hatîye lidarxistin, daxuyanî daye.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku îro her du welat raste-rast di nava peywendîyê de nin, lê berê ev yek bêyî navbeynkarîya welatên sêyemîn pêkan bûye.

“Me bi serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan re gelek hevdîtin kirine û ew hevdîtin avakar bûne. Rast e heta niha li ser erdê encamên berbiçev bi dest nexistine, lê me pêşketineke girîng bi dest xistîye. Mînak 3 sal berê heger Ermenîstanê dixwest helwesta Tirkîyayê di her mijarê de zelal bike, divîyabû serî li navbeynkarîya welatekî sêyemîn bikira. Îro têkilîyên me yên raste-rast bi cînara  hene û rojane têkilîya me heye”.

Serokwezîr hêvî dike ku ev pêvajo wê bibe sedema avakirina peywendyên dîplomatîk, vekirina sînor û bihêzkirina peywendîyên aborî. Ew bawer dike ku ew tenê meseleya demê ye.

“Ev jî bi rojeva aborî ya herêmê ya berfireh ve girêdayî ye. Lê wek min berê jî gotîye, em bi rojeva avakirina aşîtîyeke domdar bi berdewamî pêş de diçin. Ev erka me ye û em bi biryar in ku bigihîjine wê. Em îradeya Tirkîyayê û her wiha daxwaza Adirbêcanê ya ji bo aşîtîyê jî dibînin”,-serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button