Serokwezîr dîyar kirîye ku Ermenîtstan plan dike ku heta dawîya sala 2025 a peymana aşîtîyê îmze bike û Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê hilweşîne

Armanca Ermenîstanê ew e ku heta dawîya sala 2025 a pêvajoya îmzekirina peymana aşîtîyê ya bi Adirbêcanê re biqedîne û strûktûrên hevraxeberdana yên di formata Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê de hatine avakirin, hilweşîne.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê,derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya konfêransa GLOBSEC 2025 ya ku li Prahayê tê lidarxistin elam kirîye.
“Adirbêcan mijara hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê tîne rojevê û bi giştî ev yek ji bo me rojeveke qebûlkirîye. Lê rengekî pir girîng heye: divê em piştrast bin ku dema rûpela pevçûyînê li ser axa Adirbêcanê bê girtin, lê bibe îddîayên nû yên li ser axa Ermenîstanê, divê em piştrast bin ku rewş ji holê rabe”,- Paşînyan tekez kirîye.
Ewî destnîşan kirîye ku hin derdorên Adirbêcanê ji 60 selefê axa Ermenîstanê ya serwêrî “Adirbêcana Rojava” ê bi nav dikin, ku li gorî wî, ev yek li dijî Ermenîstanê îddîayeke axê ye.
“Nêzîkatîya me îmzekirina peymana aşîtîyê ye û di heman demê de van mêxanîzman hilweşînin. Bi bawerîya min divê herî kêm heta dawîya îsal hewil bidin ku van hemûyan pêk bînin”,-serokwezîr gotîye.
Ewî gotîye ku Ermenîstan amade ye bi lez şêwirên bi Adirbêcanê re ji bo îmzekirin û erêkirina peymanê bidomîne.







