H’emû nûçeSereke

Mijarên hevkarîya Ermenîstan-Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê hatine gotûbêjkirin

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  wezîra Fînlandîyayêye karên der  û seroka Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê Êlîna Valtonênê re bi têlefonê axivîye.

Li gor daxuyanîya wezîreta Ermenîstanêye karên der, di hevdîtinê de li ser mijarên hevkarîya Ermenîstan-Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê axivîne.

Ararat Mîrzoyan û Êlîna Valtonênê li ser mijarên herêmê fikir pevguhêrîne. Wezîr Mîrzoyan li ser pêvajoya çareserîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de, di nav de xebatên ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê jî di nav de nîqaşên dawîn  raber kirine.

Her wiha amaje bi rojeva hevkarîyên dualî yên navbera Ermenîstan û Fînlandîyayê û peywendîyên plankirî jî hatine kirin, di nav wan de şopandina seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der ya li Hêlsînkîyê di mijdara sala 2024 a de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button