Wezîrê Ermenîstanêyî fînansa bal kişandîye ser bandora mûhtemel ya nakokîyên Îran û Îsrayêlê li ser aborîya Ermenîstanê

Bandora gurbûna alozîya niha ya di navbera Îran û Îsrayêlê de li ser aborîya Ermenîstanê bi giranî bi ast û dirêjbûna alozîya heyî ve girêdayî ye. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan 16 ê hezîranê di civîna çapemenîyê de gotîye.
“Geşedanên cuda mimkûn in. Bi awayekî xwezayî em di belgeyên byûcêyê de jî ssênarên rîskê dinirxînin. Mînak heger ez ne şaşim, yek ji ssênarên xetereyê de mezinbûna aborî dewsa ji 5,1 selefî dikare 1,3 selefbe”.
Derbarê alozbûna navbera Îran û Îsrayêlê de, ez dixwazim bêjim ku dîyardeyên ku dikarin bandoreke neyînî li ser me bikin hene, dîyardeyên ku bandora wan erênî be jî hene. Pir bi derece û dirêjahîya zêdebûnê ve girêdayî ye. Ez dixwazim bînim bîra we ku piştî destpêkirina şerê Rûsyayê û Ûkraînayê sala 2022 de, me yekser ssênarên xirabtir dihesiband, lê rastî hinekî cuda bû û me geşedanên erênîtir dîtîye.Niha jî em lez nakevin ku encaman derxin. Erkên me wek xwe dimînin. Hilbet hevkarên me û di nav wezîreta aboriyê de jî, ez bawer im di vê rewşa niha de bi rêkxistina kêşeyên dabînkirina lojîstîkî bi rêya Îranê mijûl in. Ez raste-rast tevlî van xebatan nabim”.
Ewî tekez kirîye ku faktorên bandorê gelek in, ji ber vê yekê pêdivî ye ku pêşveçûyînan bişopînin û fêm bikin ka wê çi gav bêne avîtin ji bo kêmkirina bandora potênsîyal.







