H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji bo derxistina ermenîya û welatîyên welatên din yên li Îranê alîkarîyê dide: wezîrê karên der

Nakokîya Îran-Îsrayêlê her ku diçe germ dibe, bi kêmanî heya niha. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan di civîna pirs û bersivan ya hukumetê ya li  parlamêntê gotîye.

“Mixabin em dibînin ku nakokîyên Îran-Îsrayêlê niha bi berdewamî germ dibin. Helwesta Ermenîstanê ya li ser aşîtîya herêmê her dem zelal bûye – em parêzvanê aşîtîyê bûne, lê em dibînin ku ev yek di hemû rewşan de bi ser nakeve”,-wezîr daye kifşê.

Ararat Mîrzoyan da zanîn ku di vê rewşê de hukumet ne tenê bala xwe dide ermenîyên Îranê, amade ye piştovanîya proseya derxistina welatîyên welatên din jî bike.

“Ji ber ku ev mijareke mirovî ye, em jî beşdarî proseya valakirin yan jî dayîna penaberîyê ji welatîyên welatên din re dikin. Mînak me alîkarîya komeke xwendikarên hindî kirîye ku sînorê Ermenîstanê derbaz bibin û vegerin welatê xwe. Hemwelatîyên Zîmbabvê, Çînistanê, Fransîyayê û Dewletên Amêrîkaêye Yekbûyî  jî alîkarîyên bi vî rengî wergirtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button