H’emû nûçeSereke

Hindistan spasîya Ermenîstanê dike ji bo alîkariya derkirina welatîyên xwe ji Îranê

Hukumeta Hindistanê spasîya hukumetên Ermenîstanê û Îranê kirîye ku bi awayeke asayî derkirina welatîyên Hindistanê ji Îranê organîze kirine.

Li gorî “Armenpress” ê, ev yek di daxuyaniyekê de ji hêla wezîreta Hindistanêye karên dere 18 ê hezîranê hatîye weşandin.

Di daxuyanîyê de hat gotin: “Hukumeta Hindistanê spasîya hukumetên Îranê û Ermenîstanê dike ku pêvajoya valakirinê bi hêsanî kirine”.

Duh Hindistanê 110 xwendikarên Hindistanê ji Îranê derxistin, ku bi rêyên Ermenîstanê ve bo Yêrêvanê hatibûn veguhestin û piştre bi firokeyeke taybet ber bi Nyû Dêlîyêve birêketine.

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê ragihandîye ku Ermenîstanê ji bo ku xwendikarên Hîndîstanê bi ewle bên derxistin alîkarîya pêwîst kirîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û wezîrê Hindistanêyî karên der Subrahmanyam Cayşankar di çarçoveya peywendîyên dualî de li ser mijarê axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button