
Zêdebûna êrîşên li ser Tewrêzê raste-rast bi kiryarên kirêt yên şebekeya sîxurîyê ya Adirbêcanê ve girêdayî ye ku piştî serxwebûna welat hatîye avakirin. Derheqa wê yekêda sîyasîzanê îranî Ahmed Kazimî nivîsîye.
“Ev tora sîxurîyê ya êtnîkî ya Adirbêcanê ji alîyê wezîrê berê yê binesazîya neteweyî ya rêjîma sîyonîst Ozî Landaû ve wek “serweta stratêjîk ya Îsrayêlê” hatîye binavkirin.
Sala 2014 a de, dema ku firokeyeke bê firokevan ji Naxcêvanê derbazî Îranê bûye û li nêzîkî Natanzê hatîye xistin, serokkûomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, li ser hişyarîya şexsî ya şanda Îranê, bi amadebûna wezîrê berevanîya xwe ragîhandibû, ku êrîş ji alîyê mêvanên wan (Îsrayêlê) ve bêyî destûra hukumeta Bekûyê hatîye kirin.
Dema şerê Qerebaxê yê duyem û piştî wê, mêvanên ku Elîyêv behsa wan dike, bi awayekî pratîkî piranîya serwêrîya Adirbêcanê bi dest xistine û bi serbestî beşdarî her çalakîyên dijî Îranê dibin, ji avakirina navendên şerê sîber û êlêktronîk, baregehên sîxurîyê, kontrolkirina mûşekan û destgirtinê bigire heta bikaranîna şîyanên Sîtalçayê, Xizrîyê, û baregehên hewayî yên Gabalayê.
Bekû ji Têl Avîvê piştrast kirîye ku li gera dirêjbûna şerekî di navbera rêjîma sîyonîst û Îranê de, wê gîhandina nefta rêjîma sîyonîst bi rîya xeta borîya Beku-Cêyhanê mîsoger bikin. Bi ser de, Bekûyê gelek azêrî şandine Felestîna dagirkirî, mejîyê wan şûşt da ku di artêşa Îsrayêlê de wek kirêt xizmetê bikin.
Hukumeta Elîyêv ku di nav wan de şîî, azêrî û hindikahîyên êtnîkî jî di nav de nêzîkî deh mîlyon welatî dîl girtine, bûye keleha herêmî ya sîyonîzmê.Wezîrê karên der yê berê yê vê rêjîma sîyonîstî Lîbêrman gotîye Adirbêcan ji bo Îsrayêlê çawa ye ji bo Îranê, û bi berfirehkirina peywendîyên xwe bi Adirbêcanê re, em dikarin gefên mezintirîn dijminê xwe li ser sînorên wê ragirin.
Îro bûye rastîyek û destên Bekûyê yên bi xwîna îranîyên ezîz, li Tewrêzê, Erdebîlê û Ûrmîyê, xeteke sor e ku li hemberê wê bêdengî û bêçalakî nayê efûkirin, ne îro û ne jî ji bo nifşên paşerojê.
Pispor wiha gotîye: “Bekû, Enqere û Têl Avîv li dijî yekparçeyîya axa Îranê tevdigerin. Heman Tirkîya niha bi taybetî bi rêya baregehên Încîrlîkê û Koreçekê ve mûşekên Îranê dişopîne û li Qibrisê ku balafirên F-35 yên sîyonîst li baregeha brîtanî tê de cîh digirin heye”.







