Li welatên cînarên Ermenîstanê îdî ew femdarî heye wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê bûye faktora qewînbûnê: Markûs Rîtêr

Wekîlên mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê li cêrge welata xebitîne, li tu cîya ew nêzîkbûn û mêvanhizî nedîtine, çawa ku ew li Ermenîstanêye.Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekê serokê mîsîya avropîye dîtindarîyê Markûs Rîtêr gotîye.
“Ewî derheqa mîsîyayêda bi hûrgilî raber kirîye. Merkeza mîsîyayê li Yêgênazorêye.Bi gotina serokê mîsîyayê merkeza wê gerekê li Yêrêvanê nîbe, çimkî kirina hîmlî gerekê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanêbe û bona wê yekê ew mîsîya bi dirêjaya hezar kîlomêtrî tê mîyaserkirinê. Hejmara xebatkara 225 e, ji kîjana 166 dîtindarên navneteweyne ji 25 welatên endamên Yekîya Avropayêne, yên mayîn jî xebatkarên cîhne.
Rîtêr bîr anîye, wekî dema ku mîsîyayê xebata xwe destpê kir, Yekîtîya Avropayê rola beşdarbûna xweye tevî danûstandinên Ermenîstanê û Adirbêcanê diqedand. Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, usa jî kansêlêrê Almanîyayê Olaf Şols gavên anegor avîtin, ku piştgirîyê bidine pêvajoya danûstandinên edil û niha di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dîyaloga raste-rast diçe.
“Ji destpêka mîsîya me hetanî niha hejmara bûyarên li ser sînor kêm bûye, halê sert zeyîf bûye, carina agirkirinên cuda tên bihîstinê, lê kuştî û birîndar tunene. Mesele, du sal pêşda wezîreta Ermenîstanêye karên der hîvî ji me kir, ku em lênihêrandina li ber gundê Xaçîkê pêk bînin, çimkî înformasîyon belav bibûn,wekî leşkerên azêrîya ji Nexçêvanê berbi gundîya agir dikin û nahêlin ku xebatên li ser erdê bêne mîyaserkirinê.Dema ku me dîtindarî destpêkir, agirkirin sekinîn.Li welatên cînarên Ermenîstanê îdî ew femdarî heye,wekî li Ermenîstanê mîsîya dîtindarîyê bûye faktora qewînbûnê”,-serokê mîsîya avropî gotîye.
Rîtêr serda zêde kirîye, wekî bi dirêjaya sînor ew lêkolîna mîyaser dikin û xebatên berevkirina înformasîya dikin û raportên anegor dişînine Bryûsêlê, bona ku wekîlên Yekîtîya Avropayê bên ser fikirê ku hal li wir çawane. Mîsîya van raporta raberî herdu alîyên nava dew û dozê nake.







