H’emû nûçeSereke

Nêzîkî 550 welatîyên Rûsyayê li ser axa Ermenîstanê û Adirbêcanê re ji Îranê derketine

Nûnera fermî ya wezîreta Fêdêrasîyona Rûsyayêye karên der Marîya Zaxarovayê ragîhandîye ku piştî destpêkirina şerê Îsrayêlê-Îranê, nêzîkî 550 welatîyên Rûsyayê bi rêya axa Ermenîstanê û Adirbêcanê ji Îranê derketine.

Li gorî rapora nûçegîhanê “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda nûnera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye karên der  19 ê hezîranê di civîna navdewletî ya li Sank Pêtêrbûrgê gotîye.

“Bi giştî ji 14 ê hezîranê û vir ve nêzîkî 550 welatîyên Rûsyayê ji Îranê ber bi Adirbêcanê û Ermenîstanê ve hatine derxistin, bi mebesta ku piştre ji Bekûyê û  Yêrêvanê derkevin”,- Zaxarovayê gotîye.

Ewê bal kişand ser vê yekê ku wezîreta Rûsîyayêye karên der  û nûneratîyên dîplomatîk yên Rûsyayêye li Îranê û hejmarek ji welatên din di vê mijarê de alîkarîyan dikin. Ew ji bo valakirina  dêlêgasîya û karmendên dezgeh, rêxistin û opêratorên aborî yên rûsî yên demkî hatine erkdarkirin, û her weha malbatên karmendên sazîyên dîplomatîk alîkarîyê dikin.

Ji ber nakokîyên di navbera Îsrayêlê û Îranê de berdewam in, Çînistan  û Hindistanê jî axa Ermenîstanê ji bo derxistina welatîyên xwe ji Îranê bikar anîne.Wezîreta Ermenîstanêye karên der berîya niha ragîhandibû ku 110 welatîyên Hindistanê bi rêya axa Ermenîstanê ji Îranê hatine derxistin. Balyozxaneya Çînistanêye li Ermenîstanê ragîhandîye ku ji destpêka alozîya navbera Îsrayêlê û Îranê heta niha  600 î zêdetir welatîyên Çînistanê ji Îranê bo Ermenistanê hatine derxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button