H’emû nûçeSereke
Yêrêvanê pirsa deranîna leşkerên rûsaye ji Ermenîstanê bilind nekirîye: wezîreta Rûsîyayêye karên der

Dîyaloga meye standart tevî Yêrêvanê nava hemû govekada heye, ya tevî wan îdara, yên ku bona gotûbêjkirina van pirsa hatine kifşkirinê.Ev pirs tu cara bi fikira praktîkî nehatîye bilindkirinê.Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.
“Diqewime ev pirs nava doranên civakî yan jî pisporada hatîye gotûbêjkirin, lê ew yek pirseke cudaye.Nava pêwandîyên meda Yêrêvanê ev pirs bilind nekirîye”,- ewê gotîye.
“Raste pirsên giran hene, lê ew yek wekî em ji nûva werguhastina û germayê dibînin, usa jî nîbû”,-Zaxarovayê gotîye.







