
Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevdîtina bi nûnerên civaka ermenî yên li Tirkîyayê re li ser rewşa heyî ya têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê û armancên serdanê axivîye.
“Berevajî serdema berê, niha têkilîyên me yên bi Tirkîyayê re întênsîv in”,-li gorî rapora “Armenpress” ê, serokwezîr destnîşan kirîye: “Berevajî serdema berê, niha têkilîyên me yên bi Tirkîyayê re pir zêde ne”.
Li gorî serokwezîr, di vê qonaxê de ya herî girîng ew e ku Ermenîstan bikaribe helwestên xwe yên fermî bi tevahî ji hevkarên xwe yên tirk re ragihîne.
“Ez wisa difikirim ku ev serdan ji bo me firsendeke baş e ku em helwestên Komara Ermenîstanê taybetmendî û ramanên xwe yên derbarê çareserîyê de bi tevahî ji hevkarên xwe yên tirk re ragihînin”,- Paşînyan gotîye.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku têkilîyên bi vî rengî dikarin bandoreke girîng li bûyerên pêşerojê bikin û ji bo geşepêdana têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê hêzeke nû bide pêşxistin.







