H’emû nûçeSereke

Derxistina welatîyên ermenî û bîyanîyên ji Îranê û Îsrayêlê berdewam dike: wezîreta karên der

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê ragîhandîye, ku balyozxaneyên Ermenîstanê yên li Îranê û Îsrayêlê berdewam di peywendîya xwe  li gel welatîyên ermenî yên li wan welatan berdewam dike.

“Ji 13 ê hezîranê ve heta niha 15 welatîyên ermenî serî li balyozxaneya Ermenîstanê ya li Îsrayêlê dane û agahîyên hatine xwestin ji wan re hatîye dayîn. Bi giştî 20 welatîyên ermenî ji Îsrayêlê hatine derxistin û di nava wan de komeke tûrîstên li Bêtlêhmê jî hene  cîguhastî Misirê hatine kirin”.

Nêzîkî 30 welatîyên Ermenîstanê bi giranî ji ber mijara koçkirina Ermenîstanê serî li balyozxaneya Ermenîstanê ya li Îranê dane. Balyozxaneyê agahîya pêwendîdar daye û li gor rewş û hewcedarîyê alîkarî daye.

Ji 13 ê hezîrana sala 2025 a vir ve wezîreta Ermenîstanêye  karên der jî ji bo derxistina hemwelatîyên bîyanî ji Îranê bi rêya axa Komara Ermenîstanê serlêdan kirîye. Ev yek hem ji bo endamên karmendên dîplomatîk yên welatên bîyanî yên ku di Komara Îslamî ya Îranê de kar dikin û hem jî endamên malbatên wan û hemwelatîyên din derbaz dibe. Wezîreta Ermenîstanêye karên der bi lez û bez alîkarîya lazim kirîye, hger hewce bike di mijarên dayîna vîzayê de jî.

Ji ber vê yekê,  hûn ji berê de haya we ji derxistina xwendikarên hindî heye, ku li gorî peymana wezîrên karên derve yên her du welatan hatîye kirin. Ji welatîyên Qazaxistanê, Fransîyayê, Almanyayê, Îspanyayê, Qibrisê, Aûstryayê, Norvêcê, Swîsrê, Gurcistanê, Zîmbabvê, Nîgêryayê, Sîêra Lêonê re jî bersiveke lezgîn û hin alîkarî di valakirinê de hatîye dayîn.

Welatîyên welatên din jî li ser sînorê Ermenîstanê koç kirine, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Kanadayê, Brîtanya Mezin, Rûsyayê, Swêdê, Holandîyayê, Îtalyayê, Polonyayê, Aûstralyayê, Libnanê. Ji welatên din jî daxwaza alîkarîyê tê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button