
Serokwezîr Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku ew plan dike serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan ji bo beşdarbûna civîna civaka sîyasî ya Avropayê ku bihara sala 2026 a li Yêrêvanê bê lidarxistin, vexwîne. Li gorî rapora “Armenpress” ê, Paşînyan di hevdîtina bi nûnerên civaka ermenî yên li Tirkîyayê re dîyar kirîye ku ew civîn jî bi piştgirîya Tirkîyê tê lidarxistin.
“Civîna 8 emîn ya civata sîyasî ya Avropayê wê bihara bê li Ermenîstanê li Yêrêvanê bê lidarxistin, ku bi awayê, bi piştgirîya Tirkîyayê jî tê lidarxistin, ji ber ku Tirkîya jî endama formata civaka sîyasî ya Avropayê ye.
Ez ê serokkomar Êrdogan vexwînim ku bihara bê beşdarî civîna civaka sîyasî ya Avropayê ya li Yêrêvanê bibe. Û ez hêvî dikim ku sala bê rasthatina me li Komara Ermenîstanê wê pêk bê”,-Paşînyan gotîye.







