SerekeSîyasî

Helwestên Ermenîstanê û Tirkîyayê di gelek mijarên herêmî de pir nêzîkî hev in: serokwezîr

Helwestên Ermenîstanê û Tirkîyayê di gelek mijarên herêmî de pir nêzîkî hev in. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevdîtina bi nûnerên civaka ermenî yên li Tirkîyayê re daye kifşê.

“Mixabin herêma me cîhê tengezarîyê ye û yek ji armancên sereke yên serdan û pêwendîyan ew e ku em çi bikin da ku herêm aramtir û ewletir bibe. Di vê çarçoveyê de rojeva herî girîng ya pêwendîyan ev e”,- serokwezîr tekez kirîye.

Ewî destnîşan kirîye ku faktorek heye ku paşnavek ji bo dîyalogê peyda dike.

“Di gelek mijarên herêmî de, helwestên Komara Ermenîstanê û Komara Tirkîyayê gelekî nêzîkî hev in. Û gelek caran wiha nabe, lê niha tê dîtin ku di gelek mijaran de nêrînên me yên bi heman rengî hene. Em li ser mijarên di rojeva navneteweyî de diaxivin. Ev jî faktorek e ku bandorê li atmosfêr û rewşa têkilîyan dike”,-Paşînan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button