Ermenîyan ji bo ji Îsrayêlê derkevin berbirî sefaretxaneyê bûne: Ermenîstanê tu derketin pêk neanîye

Herikîna welatîyên ji Îranê ji qebareya sala borî cuda nîne. Ev yek ji alîyê komîsarê bilind yê kar û barên dîyasporayê Zarêh Sînanyan li hevpeyvîna li gel Factor TV ê, li ser pirsa ku çend welatî ji ber şerê Îran û Îsrayêlê hatine Ermenistanê, ragîhandîye.
“Şexsên me hene ku bi awayekî demkî hatine li Komara Ermenîstanê penageheke ewle bibînin, lê ev hejmar ne zêde ye. Mirov tên ji ber ku li Komara Ermenîstanê malên wan hene, hemwelatîbûna wan heye û kesên ku di cîh de biryarê didin ka wê çi bikin”,- komîsar gotîye.
Li gorî Sînanyan di nava 11 rojên şer de malbatekê ji bo xanîyan serî li dewleta Ermenîstanê daye.
“Duh malbateke ji 5 kesan pêk tê serî li me dan, gotin ku pêwîstîya wan bi xanîyan heye, me di demeke kurt de ew pirsgirêk çareser kir, bi giştî piranîya kesên ku tên welatîyên Îranê ne, lê serî li me nadin, ew bi xwe têra xwe ne».
Zarêh Sînanyan der barê ermenîyên li Îsrayêlê dijîn da zanîn ku li balyozxaneyê lîsteyeke ji 10 kesan heye ku dixwazin Komara Ermenîstanê wan ji axa Îsrayêlê derxîne.
“Çûyîna wan bi rêxistin nebûye, divê pêşî nîşan bidin ku çima nikarin derkevin. Di vî warî de Îsrayêl ji Îranê gelekî ewletir e. Derîyê hewayî girtî ye, lê peywendîyên wan yên bejayî yên aktîv bi welatên cînar, Urdunê û Misirê û bi Qibrisê re bi behrê re hene. Derketina ji Îsrayêlê jî wek derketina ji Îranê nabe sedema pirsgirêkan. Heya niha pirsa valakirinê derneketîye holê”,-ewî gotîye.







