Projeya nûjenkirina stansîya atomî bi hevkarîya Ermenîstanê re roleke sereke dilîze: balyozxaneya Rûsyayê

Li gorî daxuyanîya balyozxaneya Rûsyayê ya li Ermenîstanê, stansîya atomî ya Ermenîstanê yekane stansîya atomî ya li Başûrê Kafkasîyayê ye.
Stansîya atomî salên 1969-1977 a de li herêma Komara Sovyêtê ya Ermenîstanê, li nêzîkî bajarê Mêsamorê hatîye çêkirin. Yekemîn yekîneya ênêrjîyê ya stansîyayê kanûna sala 1976 a , ya duyemîn jî çileya sala 1980 î da hatîye xebitandin”.
Stansîya ji sêyeka hemû êlêktrîka ku li Ermenîstanê tê hilberandin çêdike.
Projeyên ji bo nûjenkirin û dirêjkirina jîyana karûbarê yekîneya 2 a ya stansîya Ermenîstanêye atomî û her weha domandina stansîyayê, di çarçoveya hevkarîya di sêktora ênêrjîyê ya di navbera Rûsyayê û Ermenîstanê de girîngîyeke girîng in.
“Rosatom Sêrvîs” di çarçoveya nûjenkirina stansîya Ermenistanêye atomî û dirêjkirina jîyana wê ya xebatê heta sala 2026 a, bi tevlêkirina rêxistin û înstîtûtên pispor yên rûsî gelek xebat meşandin.
.1500 ton alavên sereke yên nû radestî odeya motorê hatine kirin,
.pergalên ewlehîyê û pergalên kontrolê yên otomatîk nûve kirin,
.opêrasîyoneke yekta ya germkirina rêaktorê hatîye kirin.
Di encama xebatên ku hatine kirin kapasîteya yekîneya êlêktrîkê ji 380-390 mêvatî bûye 440 mêgavat û temenê karkirina stansîyayê jî hatîye dirêjkirin.







