SerekeSîyasî

Dîyaloga serbestberdana vîzayê bi Ermenîstanê re di qonaxeke çalak de ye: balyozê Yekîtîya  Avropayê

Dîyaloga li ser serbestberdana vîzayê di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de di qonaxeke çalak de ye.

Li gorî “Armenpress” ê, deheqa wê yekêda  balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos ve di nîqaşekê de ku di çarçoveya platforma civaka sîvîl ya Yekîtîya  Avropayê- Ermenîstanê de hatîye organîzekirin, hatîye gotin.

Li gorî wî, ev yek ji rêyên nû yên hevkarîyê ye, ku di peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê de jî cîh digire. Maragos destnîşan kirîye ku “Pir girîng e ku  tîrmeha sala borî de me biryar da ku di vê dîyalogê de pêşve biçin. Kar berdewam dike”,- Maragos daye kifşê.

Balyozê Yekîtîya Avropayê da zanîn ku niha bi rayedarên Ermenîstanê re ji bo amadekirina planeke çalakîyê ya serbestberdana vîzayê xebateke berbiçev tê kirin. Ev plan ji bo rêberîya rêformên sêktorî hatîye çêkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button