Plana neteweyîkirina torên Ermenîstanêye êlêktrîkê amade ye:em ê di demek nêzîk de bikevin qonaxa pratîkî: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku plana neteweyîkirina torên Ermenîstanêye êlêktrîkê amade ye.
Plana neteweyîkirina ” Torên Ermenîstanêye êlêktrîkê” amade ye. Di demek nêzîk de em ê bikevin qonaxa pratîkî.
Serokwezîrê Ermenîstanê nivîsîye: “Pêvajo wê li gorî qanûnên Komara Ermenîstanê pêk bên”.
Em bi bîr bînin ku Paşînyan gotibû ku torên Ermenîstanêye êlêktrîkê, di encama çalakîyên xwe de, hema bêje li Ermenîstanê krîzeke ênêrjîyê çêkirîye û 21 ê hezîranê de, dema dawî ya erkê wî diqede, ku li gorî wê yan divê mêxanîzmayên ji bo sererastkirina zirara ku gihîştîye gel di nav mehêkê de bên danîn, yan jî divê torên Ermenîstanêye êlêktrîkê bê neteweyîkirin, ango bibe dewlet. Serokwezîr zelal nekirîye ku bi kîjan mêxanîzmayê wê şîrket bê neteweyîkirin.







