H’emû nûçeSereke

Ermenîstan, ji ber ku li xaçerêyeke girîng e, dikare di bernameyên berfirehkirina tora veguhastin û ragîhandina aborî de roleke girîng bilîze: Mîrzoyan

Di çarçoveya serdana fermî de, wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan li înstîtûta lêkolînên navneteweyî ya Çînistanê nîqaşek li dar xistîye. Seroka înstîtûtê,Çên Bonê gotareke pêşwazîyê raber kirîye  û beşdarî nîqaşê bûye.Derheqa wê yekêda wezîreta karên der  radigihîne. “Di nîqaşê de cîgirê seroka înstîtûtê û serokên beşên lêkolînê yên li deverên cêografîk yên cuda, pispor beşdar bûne”.

Wezîr Mîrzoyan pêşanîyên sîyaseta der ya Ermenîstanê, xebata dînamîk ya ku ji bo pêkanîna wan tê kirin,  raber kirîye. Wezîr Mîrzoyan behsa têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de kirîye û amadebûna hukumeta Ermenîstanê ji bo bilindkirina hevkarîyê bi Çînistanê re bi ajandeyeke berfirehtir û xebata hevbeş ya ku di wê warî de tê kirin, destnîşan kirîye.

“Axaftvanan tekez kirine ku ji bo vê yekê pêşşertên baş hene, ku di nav wan de em dikarin mijarên sereke yên wek rêzgirtina ji prînsîpa yekparçeya axê û hevparîya nêzîkatîyan bi nav bikin”,-Mîrzoyan nivîsîye.

Di çarçoveya rêgezek din ya girîng de, mijara girêdana herêmî, Ararat Mîrzoyan li ser projeya “Xaçerêya aşîtîyê” rawestîyaye: “Ermenîstan, ku li xaçerêyeke girîng e, dikare roleke girîng di bernameyên berfirehkirina tora veguhastin û ragîhandina aborî de bilîze”.

Wezîr zêde kirîye ku di vê çarçoveyê de, hewldanên Ermenîstanê yên ji bo normalîzekirin û pêşxistina têkilîyên bi cînarên xwe re jî girîng in.

Wezîr Mîrzoyan pêşketinên dawî yên pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de  raber kirîye û girîngîya îmzekirina peymana li ser têkilîyên navbera dewletan û aşîtîyê di navbera her du welatan de ji bo avakirina aşîtîyê li herêmê tekez kirîye.

Li ser gelek pêşketinên jêopolîtîk nîqaş hatine kirin û wezîr Mîrzoyan nêzîkatîyên Ermenîstanê ji bo wan  raber kirîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der di pirtûka mêvanên rûmetê ya înstîtûtê de nivîsara xwe hiştîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button