H’emû nûçeSereke

Xwarinên kevneşopî, lîstik, stran, reqas: fêstîvala “Şorba pîrikê” wê li niştecihê Rîndê bê lidarxistin

Wargeha Rîndê ya civaka Arênîyê  28 ê hezîranê, bi boneya fêstîvala ” Şorba pîrikê”, li benda hejmareke mezin ji mêvanan e.

Di civîneke çapemeniyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîye lidarxistin, rêvebera fonda “Pêşveçûna civaka Arêni”, Syûzan Margaryanê destnîşan kirîye ku ev cara duyemîn e ku ew vê fêstîvalê li dar dixin. Par, fêstîvalê bertekeke mezin dît û zêdetirî 3000 mêvan hebûn, û îsal jî ew li benda hejmareke mezin ji mêvanan in.

Syûzan Margaryanê gotîye: “Îsal, em bernameyeke pir tijî raber dikin. Em li bendê ne ku pêşbirkeke xwarinçêkirinê, amadekirina xwarinên kevneşopî li cihê bûyerê, tamkirina şerab û penêrê herêmî, pêşangeheke huner û karên destan, organîzekirina lîstikên kevneşopî, muzîka zindî bi beşdariya komên herêmî û yên vexwendî bê lidarxistin. Bi kurtasî, bê guman wê ji bo kesên ku her tercîhek wan heye bûyerên balkêş hebin”.

9 wargehên civaka Arênîyê wê beşdarî fêstîvalê bibin, her wiha Gyûmirî û Vêdî wê bi pavîlyonên cuda xwe  raber bikin. Beşdar wê xwarinên kevneşopî,  raber bikin. Bi derxistina reçeteyên xwarinên kevneşopî yên civakan, ew ê di çarçoveya fêstîvalê de cihê xwe bibînin.

Armînê Vardanyan, pisporeke pêşeng ya rêveberiya civaka Arîniyê gotîye: “Xemilandina sereke wê şorbe be. Par şorbeya gulberojê bû. Îsal ew ê bê guhertin, ew ê şorbeya gulberojê û çîçekê spî be. Ew tîpîk ya civaka me ye û di databasa xwarinan de qeydkirî ye”.

Di çarçoveya fêstîvala ” Şorba pîrikê” de,  27 ê hezîranê  zîyaretek bo dêra zinaran ya Rîndê jî tê organîzekirin. Kesên ku bixwazin dikarin rojek berê li Arêniyê bin, beşdarî ziyaretê bibin û roja din, di 28 ê hezîranê, beşdarî fêstîvalê bibin ku êê seheta 16:00  de dest pê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button