Di şerê Îsrayêlê-Îranê de hejmareke bêhempa ya firînên transît bi rêya qada hewayî ya Ermenîstanê hatine kirin

Di şerê 12 rojî yê Îsrayêlê-Îranê de ku di şeva 12-13 ê hezîranê de dest pê kiriribû, hejmareke bêhempa ya firînên transît di qada hewayî ya Ermenîstanê re hatin kirin. News ê ev yek bi kurtasîkirina daneyên ku ji komîtêya sîvîl ya Ermenîstanê di bersiva daxwazeke nivîskî de hatine wergirtin, agahdar kirîye.
Divê bê zanîn ku di 20 ê hezîranê, News.am ji bo ku bizanibe çend şîrketên hewayî yên navneteweyî qada hewayî ya Ermenîstanê ji ber girtina qada hewayî ya Komara Îslamî ya Îranê ji 12 a heta 20 e hezîranê bikar anîne, serî li komîtêyê dabû.
Di bersivê de, komîtêya hewayî ya sîvîl ragîhand ku ji ber girtina qada hewayî ya Komara Îslamî ya Îranê, ji 12 ê hezîranê heta 20 ê hezîranê nêzîkî 134 şîrketên hewayî qada hewayî ya Komara Ermenîstanê bi kar anîne, bi tevahî 2949 geştên transît pêk anîne.
Komîtêyê di heman demê de agahdar da ku di çarçoveya firînên transît yên ku di qada hewayî ya Komara Ermenîstanê de hatine kirin de tu cîhên nû yên geştê nehatine tomar kirin, tenê guhertin di cîhên geştê de hatine kirin.
Divê bê zanîn ku di destpêka şer de, her du welatan qadên xwe yên hewayî girtin, di encamê de gelek şîrketên hewayî rêyên firînê guhertin.
Niha Îsrayêlê û Îranê qadên xwe yên hewayî qismî vekirine û destûrê didin geştên navneteweyî û navxweyî.







