H’emû nûçeSereke

Heger welatên Organîzeya Peymana  Ewlekarîya  Kolêktîv dagirkirina axa Ermenîstanê ji alîyê Adirbêcanê ve şermezar nekin, Yêrêvan wê biryarên dawî bide

Heger welatên endam yên rêxistinê, tevî Rûsyayê, derbarê dagirkirina axa Ermenîstanê ji alîyê Adirbêcanê ve daxuyanîyên sîyasî nedin, Ermenîstan wê biryarên dawî yên derbarê Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv  bide.

Li gorî “Armenpress” ê , derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî  karên der Vahan Kostanyan piştî civîna hukumeta Ermenîstanê di civîna rojnamevanada gotîye.

Vahan Kostanyan dîyar kirîye: “Em ne tenê îşaret bi   Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv  dikin, lê di heman demê de em raste-rast dibêjin ku ew nikare demeke dirêj bi vî rengî bimîne. Di dawîyê de, heger hevkarên  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv, di nav de Fêdêrasîyona Rûsyayê, daxuyanîyên sîyasî nekin, ku bi salan berê piştî êrîşa li ser axa serwêr ya Komara Ermenîstanê hatine nîqaş kirin, wê hingê Ermenîstan wê biryarên dawî bide”.

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der bersiva pirsa kengê Ermenîstan dikare biryar bide ku ji  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv vekişe destnîşan kirîye ku Yêrêvan bi xwe wê dem û guncawbûna avîtina wê gavê biryarê bide.

Cîgirê wezîrê karên der  tekez kirîye ku “Komara Ermenîstanê, ji ber ku dewleteke serwêr e, ji bo xwe biryar dide ka kengê dema rast e ku vê yan wê gavê bavêje”.

Kostanyan behsa hevkarîya di çarçoveya yekîtîya aborî ya Avrasyayê  kirîye û bi bîr xistîye ku Yêrêvan hîn jî endama Yekîtîya aborî ya Avrasyayê ye û di çarçoveya wê avahîyê de têkilîyên xwe kûrtir dike.

Ermenîstanê beşdarîya xwe di  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîvde  sibata  sala 2024 a de rawestandîye. Serokwezîr Nîkol Paşînyan dîyar kirîye ku Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektî ji bo ewlehî, hebûna pêşerojê, serwêrî û dewletbûna Ermenîstanê gefê dixwe.

Têkilîyên Ermenîstanê bi Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv re ji dema dagirkirina neqanûnî ya axa serwêr ya Ermenîstanê ji hêla hêzên Adirbêcanê ve  îlona sala  2022 a de aloz bûne, dema ku rêxistinê piştgirîya leşkerî û sîyasî nedaye dewleta endam ya xwe. Tevî daxwazên Yêrêvanê, Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv,  hîn êrîşa li ser Ermenîstanê, ku endameke hevpeymanîyê ye, şermezar nekirîye û tomar nekirîye ku Adirbêcanê deverên ji Ermenîstanê dagir kirîye. Ermenîstanê veguhestina xercên endametîyê bo rêxistinê û şandina nûneran ji bo bûyer û tetbîqatên leşkerî yên ku di çarçoveya vê sazîyê de têne lidarxistin rawestandîye.  

Zêdetir nîşan bide
Back to top button