Hin ji welatên ku danezana rêxistina hevkariya îslamî îmze kirine piştrast dikin ku gotinên wê li gorî helwesta wan nînin: Kostanyan

Ermenîstan bi welatên endam yên rêxistina hevkarîya îslamî re li ser formûlasîyonên di “Daxuyanîya Stembolê” de ku di çarçoveya konfêransa wezîran ya dawî ya rêxistinê de hatîye qebûlkirin û biryarnameyên ku bi înîsîyatîva Adirbêcanê hatine raberkirin, nîqaşan dike. Hin ji van welatan piştrast dikin ku hin formûlasîyonên di wê belgeyê de li gorî helwesta wan ya fermî nînin.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan ve piştî civîna hukumetê di civîneke rojnamevanan de hatîye ragihandin.
Kostanyan tekez kirîye ku destpêşxerîyên bi vî rengî yên Adirbêcanê bi awayekî avakar bandorê li ser pêvajoya çareserîyê ya Ermenîstanê-Adirbêcanê nakin.
Vahan Kostanyan gotîye: “Divê ez destnîşan bikim ku niha nîqaş bi dewletên endam yên rêxistina hevkarîya îslamî re têne kirin. Hin ji wan piştrast dikin ku hin formûlasîyonên di wê belgeyê de li gorî helwesta wan ya fermî nînin”.
Berê, wezîreta Ermenîstanêye karên der daxuyanîyek weşand û dêklarasyona ku di çarçoveya konfêransa wezîran ya rêxistina hevkarîya îslamî ya li Stembolê de hatîye qebûlkirin û biryarên ku ji hêla Adirbêcanê ve hatine pêşnîyarkirin şermezar kirîye û destnîşan kirîye ku gotinên di wan de bi mantîqa avakirina aşîtîyê li Başûrê Qefqasyayê re nakok in.







