H’emû nûçeSereke

Ji ber rewşa xirab  ya li Rojhilata Navîn, welatîyên Rûsyayê ji Îranê bi rêya Ermenîstanê, Adirbêcanê û Tirkmênistanê derketine

Ji ber zêdebûna rageşîya li Rojhilata Navîn, 1000 î zêdetir   welatîyên Rûsyayê ji Îranê, Îsrayêlê û Îraqê hatine tehlîyekirin. Welatîyên Rûsyayê ji Îranê derketin, di nav de bi rêya xala kontrolê Ermenîstanêye  Agarakê. Derheqa wê yekêda nûnera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîa Zaxarovayê birîfînga  26 ê hezîranêda  ragîhandîye.

Zaxarovayê destnîşan kirîye ku “Bi tevahî, ji 14 ê hezîrana îsal ve, zêdetir 1000 kes ji bo rêwîtîyên karsazîyê hatine şandin, di nav wan de endamên malbatên karmendên mîsyonên der, dêlêgasyonan, komên efirîner, karmendên opêratorên aborî yên Rûsyayê, geştîyarên rûsî û hemwelatîyên wan hene. Nêzîkî neh sed kes ji Îranê çûne, bê guman, hejmar wê bên nûve kirin. Rê bi rêya xala kontrolê ya Astarayê li Adirbêcanê, xala kontrolê ya Agarakê li Ermenistanê û xala kontrolê ya sînorî ya Bacagîranê li Tirkmenistanê hatine amadekirin. Ji bo ku ji Îsrayêlê bi rêya axa Misirê û Urdunê derkevin, ji zêdetirî 130 rûsan re alîkarî hatîye kirin. Di nav wan de malbatên ku zarokên wan bi giranî nexweş in hene. 85 kes ji Îraqê çûne”.

Nûnera wezîreta Rûsîyayêye karên der ji bo alîkarîya raberkirî spasîya rayedarên Îranê, Îsrayêlê, Adirbêcanê, Ermenîstanê, Misir, Urdunê, Îraqê û Tirkmênistanê kirîye. Ewê bang li welatîyên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn kirîye ku herî zêde hişyar bin û tedbîrên ewlehîya kesane bişopînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button