H’emû nûçeSereke

Parlamêntarên meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê hûrgilîyên pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê ji kongrêsmenên amêrîkî re  raber  kirine

Sargîs Xandanyan,seroka komîtêya daîmî ya peywendîyên der ya parlamêntoya Ermenîstanê û endamên koma dostanîya Ermenîstan-Amêrîkayê Arûsyak Cûlhakyan, Marîa Karapêtyan û Gêxam Nazaryan, ku bi serdana xebatê li Waşîngtonê ne, li meclîsa nûneran ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gelek hevdîtin pêk anîne.

Li gorî “Armenpress” ê, ji meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê radigihînin ku şande bi nûner Kêrol Mîlêr, endamê meclîsa nûneran ya kongreya Amêrîkayê Kîm Yangî, endamê komîtêya kar û barên ermenî ya kongreya Amêrîkayê Robêrt Adêrholtî, endama meclîsa nûneran ya kongreya Amêrîkayê û nûner Dêlîa Ramîrêz re civîyane.

Di hevdîtinan de, girîngîya hevkarîya stratêjîk ya pirsêktorî ya ku çileya îsal de di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de hatîye îmzekirin, û her weha pêwîstîya pêşxistin û kûrkirina domdar ya têkilîyên çalak yên navbera parlementoyan hate tekez kirin.

Parlamêntarên meclîsa neteweyî hûrgilîyên pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê û amadebûna Ermenîstanê ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê di zûtirîn dem de  raberî kongresmanan kirine.

Alîyan li ser îhtîmalên vekirina rêyên veguhastin û aborî yên herêmî, û her weha projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê axivîne. Her du alîyan jî tekezî li ser pêwîstîya avakirina aşîtîyeke aram û mayînde li Başûrê Qefqasyayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button