Tirkîya bi awayekî avakar vîzyona Ermenîstanê ya li ser rakirina astengîyên ragihandinê dinirxîne:Vahan Kostanyan

Vîzyona Ermenîstanê ji bo vekirina rêyên ragîhandinê yên herêmî li Başûrê Qefqasyayê ji alîyê Tirkîyayê ve wek avaker tê dîtin.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan di civîna çapemenîyê de piştî civîna hukumetê gotîye.
Li gorî wî, di civîna serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogane li Stembolê, mijarên têkildarî belgeya normalîzekirina têkilîyên Ermenîstanê-Adirbêcanê û ragihandina veguhastinê hatine nîqaşkirin.
Vahan Kostanyan tekez kirîye ku “Ez difikirim ku di civînê de hate destnîşankirin ku vekirina rêyên ragîhandinê yên herêmî hem ji bo Ermenîstanê û hem jî ji bo Tirkîyayê pir girîng e. Ne veşartî ye ku Tirkîya dixwaze têkilîyên xwe yên bi Asya Navîn re bêtir baştir bike. Û ji bo Ermenîstanê, wek dewleteke bêderya, tenê girîng e ku sînorên me vekirî bin. Bûyarên dawî nîşan dan ku di pratîkê de 3, heke ne 3.5 sînorên me ji ber bûyarên li dora Îranê diqewimin hatine girtin”.
Her wiha bi hûrgilî dîyar kirîye ku di civîna li Stembolê de, serokwezîrê Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî Tirkîyayê kirîye.
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der li ser bersiva alîyê tirk ya li hember konsêpta “Xaçerêya aşîtîyê” tekez kirîye: “Di bingeh de, têgihîştineke hevpar heye ku Ermenîstan bi pêşnîyarên xwe nêzîkatîyeke avakir digire da ku danûstandinan veke. Vîzyona Ermenîstanê ji hêla hevkarên me yên tirk ve bi awayekî avakAr tê nirxandin”.







