H’emû nûçeSereke

Parastina mafên netewên kêmjimar di bin çavdêrîya parêzvanê mafên mirovan de

27 ê hezîranê parêzvana mafên mirovan Anahît Manasyan serdana civaka Fêrîk ya herêma Armavîrê kirîye.

Serdan bi hevbeşî bi Rûstam Bakoyan re, endamê meclîsa neteweyî, nûnerê civaka êzdî li meclîsa neteweyî, û serokê demkî yê komîtêya daîmî ya parastina mafên mirovan û kar û barên giştî, pêk hatîye.Nûnerên meclîsa Neteweyî, rêveberîya herêma Armavîrê û karmendên parêzvana mafên mirovan jî beşdar bûne.

Anahît Manasyanê serdana dibistana navîn ya Fêrîkêya ser navê Rzalîyê Reşîd Ozmanyan kirîye, li cîhê bûyerê bi şert û mercên avahîyê aşîna bûye, bi mamoste û şagirtanran re axivîye, û girîngîya çareserkirina pirsgirêkên ku hatine raberkirin tekez kirîye.

Parêzvanê destnîşan kirîye ku parastina mafên  netewên kêmjimar yek ji alîyên herî girîng yên çalakîya wê ye, û tekez kirîye ku ne tenê pêwîst e ev maf bên mîsogerkirin, lê di heman demê de divê ew bên pêşxistin jî.

Gotûbêj li ser hejmarek mijarên ku nûnerên  netewên kêmjimar eleqedar dikin, di nav wan de pêkanîna mafê perwerdeyê, gihîştina veguhastinê, parastina nasnameya neteweyî û êtnîkî, parastina ziman, ol, kevneşopî û çandê hatine kirin.

Hemû pirsgirêkên ku di serdanê  hatine raberkirin, wê bên kurtkirin û di çarçoveya desthilata ombûdsman de, ji bo dîtina çareserîyên guncav, wê ji sazîyên dewletê re bên raber kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button