Şîroveyên wezîrê Rûsîyayêyî karên der hewldanek e ji bo destwerdana jiyana sîyasî ya navxweyî ya Ermenîstanê: Konjoryan

Hayk Koncoryan, serokê fraksîyona “Peymana sîvîl” ya meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê, behsa daxuyanîya wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov ya derbarê “êrîşên li dijî dêrê” de kirîye.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov gotîye ku “êrîşên li ser dêra Ermenîstanê cîhê fikarên cidî ne”.
Koncoryan nivîsîye: “Pêşî, pêvajoyên ku li Ermenîstanê diqewimin, karê navxweyî yê Ermenîstanê ne. Ya duyemîn, şîroveya wezîrê Rûsîyayêyî karên der hewldanek e ji bo destwerdana raste-rast di jîyana sîyasî ya navxweyî ya Ermenîstanê de. Ya sêyemîn, formûlasîyonên birêz Lavrov bi ferhenga derdorên ku banga têrorîzmê li Ermenîstanê dikin re yek in. Em hêvî dikin ku ev tenê encama têgihîştineke xelet ya mijarê be, û ne hewldanek ji bo teşwîqkirina têrorîzmê li Ermenîstanê be”,-Koncoryan nivîsîye.
Lavrov dîyar kiribû ku “Dêr her tim yek ji stûnên sereke yên civaka ermenî bûye, û Rûsîya naxwaze ku ew bêyî bingeheke cidî rastî êrîşên neheq bê”.







