
Îran bikaranîna têgeh û gotinên taybetî li dijî Ermenîstanê di “Daxuyanîya Stembolê” de ku di çarçoveya konfêransa wezîran ya dawî ya rêxistina hevkarîya Îslamî de hatîye pejirandin, erê nake: bikaranîna van gotinan, ku dibe ku xwesteka guhertina axê be, bi tevahî ne guncaw e.
Li gorî “Armenpress”, ev yek ji alîyê berdevkê wezîreta Îranêye karên der Êsmayîl Baxaî ve hatîye ragîhandin, li ser formûlasîyonên li dijî Ermenîstanê yên di “Daxuyanîya Stembolê” de ku di çarçoveya konfêransa dawî ya wezîran ya rêxistina hevkariya Îslamî de hatîye qebûlkirin, şîrove kirîye.
Ewî tekez kirîye ku welatên endam yên rêxistina -hevkarîya Îslamî dikarin di belgeyên kolêktîv de pirsgirêkên ku helwesta her dewleteke endam nîşan nadin, derxînin holê.
“Me her tim aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de gotîye û piştgirî daye wê. Aşîtî û ewlehî li Başûrê Qafqasyayê ji bo me girîng e, têkilîyên me yên baş bi her du welatan re hene. Di heman demê de, em bikaranîna têgeh û peyvan di wê xala taybetî de (mînak hevoka “Civaka Adirbêcana Rojava” ê tê wateya wê) erê nakin, û em bawer dikin ku bikaranîna wan peyvan, ku dibe ku xwesteka guhertina axê hebe, bi tevahî ne guncaw e”,- Êsmayîl Baxaî daye kifşê.
Divê bê zanîn ku çend roj berê, balyozê Îranê li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî, di bersiva pirseke ji «Armenpress» ê ya li ser vê mijarê de dîyar kirîye ku Têhran bi awayekî katêgorîk her îdîayeke axê ya ku yekparçeya axê û serwêrîya neteweyî ya Ermenîstanê binpê dike red dike.Ewî destnîşan kirîye ku karanîna îfadeyên çêkirî û derewîn li dijî bernameya jîyana aşîtîyane li herêmê, mantîqa cînartîyê û yekparçeya axê ya welatên din e, û divê ji karanîna îfadeyên weha dûr bisekinin.







