
Di vîdyoya xwe ya dawî de, blogêr û rojnamevanê navdar Alêksandr Lapşîn li ser girtin û mirina du adirbêcanîyên li Yêkatêrînbûrgê axivîye û destnîşan kirîye ku ew pismamên Ramîl Safarov in, ku leşkerê ermenî Gûrgên Margaryan kuştibû.
Ewî her wiha dîyar kirîye ku herdu Safarovên bira bi fermana sêrvîsên taybet yên Adirbêcanê di organîzekirina hewldana kuştinê ya li dijî wî de beşdar bûne.
Bîr bînin ku 27 ê hezîranê, di dema girtina li Yêkatêrînbûrgê endamên komeke sûc, Zîyadîn û Huseyîn Safarov mirine.







