
Di çarçoveya cî bi cîkirina madeya 140 a de, li deverên Şêxanê, Şengalê, Şarîyayê û Faydeyê çar nivîsgehên nû yên qerebûkirinê hatine vekirin. Armanca van nivîsgehan çareserkirina dosyeyên 31 hezar malbatên zirar dîtine, ku heta niha qerebûya xwe wernegirtine.
Qaymeqamê Şengalê Nayîf Seydo ji K24 ê re ragîhandîye, navenda nivîsgeha li Şengalê wê her sê qezayên Şêxanê, Şengalê û Mexmûrê li xwe bigire. Seydo daye zanîn, ji 52 hezar dosyeyan, hîn 31 hezar dosye mane ku nehatine çareserkirin û gotîye, heta niha tenê zerardîtên Kerkûkê û Xaneqînê hatine qerebûkirin.
Endama parlamentoya Îraqê Vîyan Dexîlê jî dîyar kirîye, nivîsgeha Şengalê ji sala 2013 ada rawestîyabû, tevî ku her sal byûcê jê re dihat terxankirin.
Dexîlê gotîye: “200 mîlyard dînar ji bo qerebûkirina zirardîtan hatîye terxankirin. Beşek jê ji bo Kerkûk û Xaneqînê hatîye xerckirin, lê divê beşa mayî ji bo xelkê Şengalê, Şêxanê û Mexmûrê bê dayîn”.
Li gorî zanyaryan, belavbûna nivîsgehan ji bo hêsankirina karê welatîyan wiha ye zirardîtîyên navenda Şengalê wê serdana nivîsgeha Faydeyê bikin, yên Şêxanê serdana nivîsgeha Şêxanê, û xelkê devera Gîrûzêrê û Sînûnê jî wê serdana du navendên li nav rêveberîya nehîya Şarîyayê bikin da ku formên xwe raber bikin.







