H’emû nûçeSereke

Salên dawî de, rola Yekîtîya  Avropayê di sîstêma ewlehîyê ya Ermenistanê de bi girîngî zêde bûye: axaftina Mîrzoyan

30 ê hezîranê li Yêrêvanê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê ji bo karên der û sîyaseta ewlehîyê, Kaya Kalas, bi hev re dest bi şêwirmendîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê yên li ser ewlehî û parastinê kirine.

Gotinên vekirinê yê wezîr Mîrzoyan li jêr têne  raber kirin:

“Nûnera bilind xanim Kalas,

Hevkarên hêja,

Ez gelek kêfxweş im ku di ragîhandina rûniştina destpêkê ya şêwirmendîyên ewlehî û parastinê yên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de bi we re beşdar dibim. Ev qonax girîng pabendbûna bêdawî ya Ermenîstanê ji bo kûrkirina hevkarîya me bi Yekîtîya Ewropayê re destnîşan dike, û îfadeya pabendbûna me ya hevpar ya ji bo aşîtî, ewlehî û aramîyê, ji bo nirxên bingehîn yên dêmokratîk, û ji bo serwêrîya hiqûqê û mafên mirovan e. Wek ku hûn dizanin, dêmokrasî ji bo me ne tenê pergaleke sîyasî ye: ew kevirê bingehîn yê serwêrîya me ye, bingeha berxwedana me ye û rêbereke sereke ji bo pêşerojê ye.

Civîna me di demekê de ku veguherîneke dijwar ya cîhanî û herêmî heye pêk tê. Mîmarîya ewlehîyê ya damezirandî bi dijwarîyên bêhempa re rû bi rû ye. Di vê hawîrdorê de, Ermenîstan gavên wêrek diavêje da ku hevkarîya xwe ya ewlehîyê pirreng bike. Em bi biryardarî ji girêdayîbûna yekalî ya ewlehî û parastinê dûr dikevin. Hevkarîya me bi Yekîtîya Avropayê re di pêkanîna van hewldanan de roleke girîng dilîze, û şêwirmendîyên îro pêkhateyeke girîng ya vê stratêjîya pirrengkirinê ne.

Ermenîstan qîmetê dide pisporîya Yekîtîya Avropayê di piştgirîkirina hewildanên me yên ji bo avakirina bawerîyê di navbera welatîyên me de û avakirina sêktoreke ewlehîyê ya berxwedêr. Em her wiha potênsîyaleke mezin ji bo hevkarîyeke kûrtir bi dewletên avropî, dêmokrasîyên stabîl yên ku di ewlehîya herêmî de xwedî ezmûneke berfireh in dibînin. Ji bo vê armancê, em bi awayekî çalak têkilîyên xwe bi dewletên endam yên Yekîtîya Avropayê re pêş dixin, hevkarîyên stratêjîk yên nû ava dikin.

Rola Yekîtîya Avropayê di sîstêma ewlehîyê ya Ermenîstanê de di salên dawî de bi girîngî zêde bûye. Mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê faktoreke pir girîng ya aramîyê ye li herêmê. Wek din, em ji bo piştgirîya ku di sala 2024 a de di bin tesîsa aşîtîyê ya Avropayê de hatîye dayîn spasdar in û li benda piştgirîya we ya berdewam di sala 2025 a de ne da ku berxwedana me bêtir xurt bikin.

Encama berbiçev ya hevkarîya me ya ewlehîyê ya ku her ku diçe zêde dibe, peymana ku îro hatîye îmzekirin , ku beşdarbûna Ermenîstanê di mîsyonên sîyaseta ewlehî û parastinê ya hevbeş de pêşbînî dike. Em bawer dikin ku beşdarbûna me di van opêrasîyonên krîtîk de wê asta têkilîyê di navbera sazîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de zêde bike û derdorên me yên pîşeyî nêzîkî hev bike, çandeke ewlehîyê ya hevpar pêş bixe.

Ji bo ku em hevkarîya xwe kûrtir bikin û jêhatîyên pîşeyî yên karmendên xwe pêş bixin, em dixwazin îmkanên hevkarîya Ermenîstanê bi kolêja ewlehî û parastinê ya avropî re lêkolîn bikin. Hevkarîyeke wisa wê perwerde û danûstandina zanînê ya hêja peyda bike, têgihîştineke hevbeş û sinêrjîya hevkarîyê di navbera pisporên me yên ewlehî û parastinê de pêş bixe.

Hevkarên hêja,

Di demekê de ku agahî dibe çekek, Ermenîstan di pabendbûna xwe ya ji bo têkoşîna li dijî dêzînformasyon, manîpûlekirina agahîyên bîyanî û destwerdanê de bi îsrar dimîne. Ev kiryarên zirardar raste-rast gefê li civaka me ya dêmokratîk, berxwedan û serwêrîya me dixwin. Ji ber vê yekê em pêşwazîya tevlêbûna zêde ya Yekîtîya Avropayê di vê qada sereke de dikin û li bendê ne ku hêzên xwe bikin yek. Xurtkirina hevkarîya me li ser ragîhandina stratêjîk û xurtkirina berxwedana giştî û sazîyan li dijî vegotinên manîpûlekar ji bo Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê fermaneke stratêjîk e. Em amade ne ku bi sazîyên Yekîtîya Avropayê û dewletên xndam re bixebitin da ku xwendin û nivîsandina mêdyayê û hişmendîya giştî zêde bikin û kapasîteya sazîyan ava bikin.

Her wiha em nirxa zêdekirî ya berfirehkirina hevkarîyê di warê ewlehîya sîber, têkoşîna li dijî gefên hîbrîd û plansazîya xurtkirina berxwedanê de dibînin. Xurtkirina şîyanên Ermenîstanê ji bo tesbîtkirin, pêşîgirtina li gefên sîber û hîbrîd û bersivdayîna wan wê hevkarîya me, li ser bingeha prînsîpên ewlehîya hevbeş û pêşbînîya stratêjîk, bêtir xurt bike.

Ez dixwazim spasîya hevkarên me yên Yekîtîya Avropayê bikim ji bo tevlêbûn û piştgirîya wan ya xurt. Em piştrast in ku şêwirmendîyên îro dê di sêktorên parastin û ewlehîyê de bibin sedema bawerî û hevrêzîyeke mezintir. Ez ji we re dîyalogeke berhemdar û pêşeroj-nêrîn dixwazim ku wê rûpelek nû û stratêjîk di hevkarîya me de veke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button