H’emû nûçeSereke

Derfetên fireh ji bo bicîhanîna polîtîka û bernameyên nûjen bi şandeya Yekîtîya Avropayê re hatine nîqaşkirin:

Wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan pêşwazîya şandeya Yekîtîya Avropayê kirîye, ku ji hêla serokê şandeya Yekîtîya Avropayê, balyoz  Vasîlîs Maragos ve dihat birêvebirin.

Tê destnîşankirin ku derfetên xurtkirina hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê di çarçoveya bernameya herêmî ya ÊM4 “Înovasîya Rojhilatê” de di çarçoveya pêkanîna polîtîka û bernameyên nûjen, berfirehkirina beşdarîya Yekîtîya Avropayê di destpêşxerîyên pêşkeftina herêmî de hatine nîqaşkirin.

Mxîtar Hayrapêtyan di axaftina xwe de tekez kirîye ku yek ji pêşînîyên hukumeta Ermenîstanê ew e ku Ermenîstanê bike navendeke têknolojîk ya herêmî, ku ev yek bi armanca hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê di çarçoveya bernameya  ÊM4 “Înovasîya Rojhilatê ” de li hev dike.

Sefîr Maragos, di berdêla xwe de, amadebûna Yekîtîya Avropayê ji bo kûrkirina hevkarîya têknolojîk bi Ermenîstanê re bi gavên berbiçev ji nû ve piştrast kirîye.

Wezîret agahdar dike ku di civînê de, beşdarîya Ermenîstanê di destpêşxerîya herêmî ya ÊM4 “Înovasîya Rojhilatê” û potênsîyala piştgirîya xurtkirina êkosîstêma nûjenîyê li Ermenîstanê bi berfirehî hatine nîqaşkirin. Bi taybetî, di warê berfirehkirina hevkarîya navneteweyî, kişandina veberhênanan û mezinbûna domdar de, pêwîstîya zêdekirina xuyabûna navneteweyî ya sêktora têknolojîyê ya Ermenîstanê hatîye tekez kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button