Em piştgirîya berdewam ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ji bo hewldanên aşîtîyê li Başûrê Qefqasîyayê pir teqdîr dikin: Mhêr Grîgoryan

Cîgirê serokwezîr Mhêr Grîgoryan beşdarî çalakîyeke bi boneya roja Serxwebûna Amêrîkayê ya 2 ê tîrmehê bûye û peyameke pîrozbahîyê raber kirîye.Serokê kabîneya serokwezîr Arayîk Harûtyûnyan jî beşdarî çalakîyê bûye.
Mhêr Grîgoryan, bi navê xwe û hukumetê, cejina gel û hukumeta Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pîroz kirîye û hêvî kirîye ku aşîtî, serfirazî û pêşveçûyîna berdewam hebe.
Cîgirê serokwezîr tekez kirîye ku destpêka sala 2025 a bi bilindbûna asta têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de ber bi hevkarîyeke stratêjîk ve hatîye nîşankirin, û pabendbûna ji nû ve piştrastkirî ya ji bo kûrkirina hevkarîya di navbera her du welatan de di bin peymana hevkarîya stratêjîk ya li Waşîngtonê hatîye îmzekirin destnîşan kirîye.
Cîgirê serokwezîr destnîşan kirîye ku “Em piştgirîya berdewam ya Dewletên Yekbûyî ji bo hewldanên aşîtîyê li Başûrê Qefqasîyayê pir teqdîr dikin. Hukumeta Komara Ermenîstanê bi berdewamî pabendbûna xwe ya bi rojeva aşîtîyê re, li ser bingeha prînsîpên serwêrî, yekparçeya axê û neguherîna sînorên navneteweyî yên naskirî, ji nû ve piştrast kirîye”,- û her wiha tekez kirîye ku hawîrdoreke aram wê ji bo veberhênanên bîyanî jî pêrspektîvên mezin veke, hawîrdoreke aram, pêşbînîkirî û sûdmend ji bo karsazîyê biefirîne.







