H’emû nûçeSereke

Ermenîstan girîngîyeke mezin dide kûrkirina hevkarîya stratêjîk bi Amerîkayê re:Paşînyan ji Tramp re

Serokwezîr Nîkol Paşinyan bi boneya cejina neteweyî, roja Serxwebûnê, peyameke pîrozbahîyê ji serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tramp re şandîye. Di peyamê de wiha tê gotin:

“Birêz serok,

Bi navê hukumetê û gelê Komara Ermenîstanê, û her weha bi navê xwe, ez bi germî pîrozbahiyê li We û gelê dostê Dewletên Yekbûyî dikim, bi boneya cejina We ya neteweyî, roja Serxwebûnê.

Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî bi dostanîya dîrokî ya gelên me, pabendbûna bi prînsîpên dêmokratîk û nirxên Xiristiyanî, û pabendbûneke bêdawî ya bi azadî, rûmet û edaletê re yek in.

Ermenîstan girîngîyeke mezin dide kûrkirina hevkariya stratêjîk bi Dewletên Yekbûyî re û berfirehkirina hevkarîyê di hemû warên berjewendiya hevbeş de, di nav de bazirganî, têknolojiyên bilind, ênêrjî, maden, veguhastin û binesazîyê. Ez piştrast im ku bi hewldanên hevbeş, em ê têkiliyên xwe ji bo berjewendiya gelên Ermenistanê û Dewletên Yekbûyî bigihînin asteke hîn bilindtir.

Ez vîzyona We ya ji bo bidawîkirina pevçûnan û avakirina aşîtîyê li cîhanê pir teqdîr dikim. Ez piştrast im ku di bin serokatiya We de, Dewletên Yekbûyî wê beşdariyeke bingehîn bike ji bo avakirina aşîtî û aramîya ku demeke dirêj e tê hêvîkirin û misogerkirina serfiraziyê li Başûrê Qefqasîyayê. Ez pabendbûna bêdawî ya hukumeta Komara Ermenîstanê ji bo rojeva aşîtîyê, li ser bingeha prînsîpên serwîrîyê, yekparçeya axê, neşikandina sînorên navneteweyî yên naskirî, û her weha vekirina binesaziya herêmî li gorî prînsîpên projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ji nû ve piştrast dikim.

“Careke din, bi minasebeta roja Serxwebûna Dewletên Yekbûyî pîrozbahîyê li We dikim, ez ji bo We tenduristiyeke baş, serkeftin û destkeftîyên nû û ji bo gelê Dewletên Yekbûyî jî aşîtî, geşedan û pêşveçûna berdewam dixwazim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button