H’emû nûçeSereke

Gavên din yên ji bo avakirina navendeke mezin ya daneyên zekaya sûnî li Ermenîstanê hatiye nîqaşkirin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwazîya Razmîg Hovakîmyan damezrîner  yê Firebird ê, Rêv Lêbarêdyan cîgirê serokê NVIDIA ê û Alêksandr Yêsayan, mamezrîner û serokê lijneya rêvebirên Team Telecom Armenia ê kirîye.Derheqa wê yekêda ji ofîsa serokwezîr ve hatîye ragihandin.

Hevpeyvîneran li ser mijarên têkildarî pêkanîna projeya avakirina navendeke mezin ya daneyên zekaya sûnî li Ermenîstanê nîqaş kirine. Bernameya veberhênanê bi qasî 500 mîlyon dolarî tê texmînkirin.

Serokwezîr girîngîya pêkanîna projeyê destnîşan kirîye û piştgirîya hukumeta Ermenîstanê destnîşan kirîye.Nîkol Paşînyan tekez kirîye ku ev yek wê bibe sedema geşedan û pêşketina sêktora têknolojîk li Ermenîstanê û bandoreke girîng li ser wê bike.

Razmîg Hovakîmyan spasîya hukumeta Ermenîstanê kirîye ji bo piştgirîya projeyê û hûrgilîyên li ser bername û gavên pêşerojê da.

 Di çarçoveya projeyê de bi hezaran NVIDIA Blackwell GPU  ê bên bicihkirin û binesazîyeke bi kapasîteya  100 megavatî zêdetir bê avakirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button