Vekirina astengîyan ji bo Ermenîstanê pêşanîyeke girîng bû û dimîne: berdevka wezîreta karên der

Berdevka wezîreta karên der Anî Badalyanê di bersiva daxwazek ji “Azadî” re gotîye, vekirina astengîyan li Başûrê Qefqasîyayê ji bo Ermenîstanê pêşanîyeke girîng bû û dimîne.
“Azadî” bi taybetî bi nêrîna Yêrêvanê li ser pêşnîyara amêrîkî eleqedar bûye, û gelo ew bi helwesta Bekûyêra nasin? Li gorî weşana “Karnêgîê”, rêveberîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp pêşnîyarek li ser mijara rêyeke ku Adirbêcanê bi Naxîcêvanê re bi rêya axa Ermenîstanê ve girêdide raberî Yêrêvanê û Bekûyê kirîye.
“Wek ku tê zanîn, Ermenîstanê vîzyona xwe ya girêdana herêmî, “Xaçerêya aşîtîyê” pêşnîyar kiriye, ku ji gelek hevkarên navneteweyî bersivên erênî wergirtine. Wek din, Ermenîstanê li gorî wê înîsîyatîvê gelek çareserî pêşnîyar kirine, ku dibe ku ji bo hemî alîyên têkildar qebûl bibin. Di heman demê de, gelek hevkarên navneteweyî jî bi awayekî pêrîyodîk ramanên xwe yên li ser normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Adirbaycanê, di nav de vekirina binesazîya veguhastinê ya di navbera her du welatan de, raber dikin”,- berdevka wezîreta karên der destnîşan kirîye.
Li gorî Anî Badalyanê, ji bo bidestxistina encamên sûdmend yên ku potênsîyala sînor-derbazbûyî ya herêmê pêk tînin, nîqaş bi hemî hevkarên eleqedar re berdewam dikin.
Bekûyê hîn bersiv nedaye weşana “Karnêgîê” ya li ser pêşnîyara rêveberîya Tramp.







