
Ermenîstan bi berfirehkirina girêdana herêmî û pêşkeftina aborî re eleqedar bûye û hîn jî eleqedar e. Derheqa wê yekêda sêkrêtara çapemenîyê ya wezîreta karên der Anî Badalyanê di bersiva pirseke ji “Armenpress” ê, ku behsa daxuyanîya serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan li ser mijara vekirina danûstandinên veguhastinê dike, hatîye gotin.
– Serokkomarê Tirkîyayê li ser mijara vekirina danûstandinên veguhastinê axivîye û bi behskirina peyva “korîdorê” destnîşan kirîye ku Ermenîstan ji bo beşdarbûna di întêgrasîyona aborî de nêzîkatîyeke nermtir nîşanî vê mijarê dide. Hûn ê çawa şîrove bikin?
– Ermenîstan bi berfirehkirina girêdana herêmî û pêşkeftina aborî re eleqedar bûye û hîn jî eleqedar e. Bi vê têgihîştinê ye ku Komara Ermenîstanê bi înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” û bi raman, çareserî û pêşnîyarên avakar yên cuda yên li gorî wê derketîye holê.
Bi fikira me, ew dikarin hem ji bo welatên herêmê û hem jî ji bo hevkarên ku bi pêşxistina toreke ragîhandinê ya erdnîgarî ya berfirehtir re eleqedar in encamên sûdmend peyda bikin. Wek berê, niha jî vîzyona Ermenîstanê ya vekirina binesazîya veguhastinê li herêmê li ser prînsîpên bingehîn yên serwêrîyê, dadwerîya neteweyî li ser rêyên ragîhandinê hatîye damezrandin û wek ku tê zanîn, tu mantîqeke din nîşan nade. Gotûbêj bi hevkarên eleqedar re berdewam dikin.







