H’emû nûçeSereke

Wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind û Mistral AI ji bo pêşxistina pêşketina AI li Ermenîstanê hêzên xwe dikin yek

Wezîreta Ermenîstanêye pîşesazîya têknolojîya bilind û Mistral AI, ku lîdereke avropî di warê zekaya sûnî de ye, ji bo pêşxistina pêşketina zekaya sûnî li Ermenîstanê hêzên xwe dikin yek. Ev yek li ser rûpela Facebook ê ya wezîrê Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan hatîye gotin.

“Balkêş e ku meriv dibîne ka çawa Mistral AI ya fransî zû bûye hevkarê pêbawer ya hukumeta Lyûksêmbûrgê, wezîreta hêzên çekdar ya Fransîyayê, wezîreta parastinê ya Sîngapûrê û sazîyên din yên pêşeng. Em serbilind in ku Ermenîstan jî tevlî vê tevgera gerdûnî ya mezin dibe.

Hevkarîya me armanc dike ku xizmetên giştî û nûjenîya neteweyî veguherîne.

Ev hevkarî wê êkosîstêma AI ya herêmî ya Ermenîstanê xurt bike û lêkolîner û pargîdanîyên me yên destpêkê bikaribin çareserîyên têknolojîk yên serbixwe û reqabetkar ji bo Ermenîstanê û cîhanê pêşve bibin.

Gotina min li ser malpera fermî ya Mistral AI ye: https://mistral.ai/solutions/ai-for-citizens” ,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button