Ermenîstan divê di tu şert û mercan de li ser mijara ku jê re “Korîdora Zangêzur” tê gotin, tawîzan nede: Rubên Safrastyan

Ermenîstan xwe di rewşek û hawîrdoreke jeopolîtîk ya bi temamî nû de dîtiye. Rewş hîn jî berdewam dike.Rojhilatnas, tirkzan, akademîkê akadêmîya zanistî ya neteweyî ya Ermenîstanê Rubên Safrastyan ev nêrîn di hevpeyvînekê de bi peyamnêrê «Armenpress» ê re anîye ziman.
Li gorî nirxandina wî, ji bo Ermenîstanê pir girîng e ku rewşa herêmê berî her tiştî ji bo çareserkirina nakokîya Ermenîstan-Adirbêcanê bibe alîkar. Ev yek wê ji bo Ermenistanê û herêmê bi giştî pir girîng be. Her wiha pir girîng e ku herêma me ne di navenda pêşbaziya jêopolîtîk ya di navbera hêzên mezin de be.
” Ez nafikirim ku Rojava yan Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê niha bi aloztirkirina rewşê li vir eleqedar in. Bi ya min, Rojava û Rûsya niha bi pirsgirêkên girîngtir re rû bi rû ne ji tevlêkirina Başûrê Qefqasîyayê di pêvajoyên jêopolîtîk yên cîhanî de. Ev baş e. Di berjewendîyên Ermenîstanê de ye ku ev meyl bê domandin û rewşa herêma me aramtir be”,- Rubên Safrastyan gotîye. Bi ya wî, ji hêla jêopolîtîk û erdnîgarî ve, Ermenîstan li Başûrê Qefqasîyayê di rewşeke guncawtir de ye ji Adirbêcanê û Gurcistanê.
Rojhilatnas destnîşan kirîye ku “Em di navendê de ne. Ev avantajek e ku Ermenîstan wê hewil bide ku sûdê jê werbigire dema ku rewş aram bibe û bê rêkûpêk kirin. Ermenîstan wê di bingeh de bibe navendeke ragihandinê. Ev wê vebijarka herî îdeal be”.
Safrastyan piştrast e ku Ermenîstan di tu şert û mercan de divê di mijara vekirina “Korîdora Zangêzûrê” de tawîzan nede û divê “mifteya” Syûnikê bi tundî di destên xwe de bigire, ku di pêşerojê de bi rastî jî dikare bibe faktoreke ji bo xurtkirina pozîsyonên welatê me.Ewî gotîye ku di wê rewşê de, Tirkîya û Adirbêcan wê di dawiyê de neçar bimînin ku şertên Ermenîstanê qebûl bikin, ji ber ku ew jî bi pêşkeftina aborî ya domdar ya herêmê re eleqedar in.







