
Piştî bûyarên germ yên dawî li Rojhilata Navîn, mîmarîyeke nû ya ewlehîyê tê avakirin. Di vê rewşê de, divê Ermenîstan bikaribe xwe bi awayeke bi cîh bike ku bîyanî hewil nedin bi zextê tiştekî ji welatê me bistînin, lê hewil bidin ku têkilîyên çêtirîn ava bikin da ku derfetên peyda dibin ji bo berjewendîya hevpar bikar bînin. Di hevpeyvînekê de bi peyamnêrê “Armenpress” ê re, rojhilatzan, tirkzan, akadêmîkosê zanîngeha neteweyî ya Ermenîstanê Rûbên Safrastyan nêrînek wisa anîye ziman.
Safrastyan behsa pêşketinên jêopolîtîk yên li Rojhilata Navîn kirîye û destnîşan kirîye ku bê guman pozîsyonên Îranê qels bûne. Li gorî têgihîştina wî, gavên pêşîn di pêvajoya avakirina mîmarîyeke nû ya ewlehîyê de li Rojhilata Navîn têne avîtin. Stûnên vê mîmarîya nû wê Îsrayêl, Erebistana Saûdî û Tirkîya bin. Her sê jî ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve têne piştgirîkirin. Di vê rewşê de, Îran bi awayekî necazî, xwe ji lîstikê derdixe û niha neçar e ku ji bo vegerandina pozîsyonên xwe şer bike. Ez texmîn dikim ku ev têkoşîn wê dirêj be.
Rojhilatzan destnîşan kirîye ku, ji ber qelsbûna pozîsyonên wê yên jêopolîtîk, Îranê îdî nikaribe bandora xwe ya berê li Başûrê Qefqasîyayê hebe, ji ber ku niha neçar e ku balê bikişîne ser çareserkirina pirsgirêkên din, di nav de pirsgirêkên navxweyî jî.
“Her wiha, em dibînin ku têkilîyên di navbera Îranê û Adirbêcanê ketine qonaxeke dîyarkirî ya alozîyê. Ev têkilî meyla wan heye ku aloz bibin, lê ji alîyekî din ve, tê dîtin ku serokatîya Îranê hewil dide ku wan aloz neke. Di heman demê de, ji Îranê daxuyanî û tohmetên cûre-cûre derbarê helwesta alîgirê Îsrayêlê ya Adirbêcanê de têne kirin. Bi vî awayî, em dikarin bêjin ku rola nû ya Îranê li herêmê hîn nehatîye zelalkirin. Ji bo fêmkirina rola Îranê di pêşeroja nêzîk de li herêma me, hinek dem hewce ye”,- Rêbên Safrastyan wiha dawî li axaftina xwe anîye.







