H’emû nûçeSereke

Bi saya navenda hilberandina daneyan ya OVIO, Ermenîstan li ser nexşeya navneteweyî ya bi prîstîj ya TIER III ye

Ermenîstanê bi saya navenda daneyan ya OVIO cîhê xwe li ser nexşeya navneteweyî ya binesazîya IT ê ya nûjen û pêbawer bi dest xistîye. Navenda daneyan ya OVIO xwedîyê sêrtîfîkaya TIER III ji înstîtûta Uptime ye, ku ew dike yekane navenda daneyan ya sêrtîfîkaya TIER III li Ermenîstanê.

Li gorî pêdivîyên standarta TIER III, divê navenda daneyan guhertoyên hilanînê yên hemî pêkhateyên sereke yên binesazîyê peyda bike. Ev yek dihêle ku lênêrîna bernamekirî ya her pergalê bê kirin, û berdewamîya xebata navenda daneyan û hebûna karûbarên raberkirî mîsoger dike.

Navenda daneyên OVIO rêzeke karûbaran peyda dike, û tekezî li ser rola çareserîyên ewir yên pêşeng û nûjen ji bo karsazîyan dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button