H’emû nûçeSereke

Fêstîvala fîlman ya Lokarnoyê wê bi pêşandana cîhanî ya fîlma “Li welatê Artoda” ya derhêner Tamara Stêpanyanê dest pê bike

Fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya Lokarno ya bi prêstîj wê bi pêşandana yekem ya fîlma dirêj ya ermenî-fransî “Li welatê Artoda” ya derhênera Parîzê Tamara Stêpanyanê dest pê bike.

Li gorî “Armenpress” ê, Stêpanyanê ev yek di postekê de ku li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebook ê hatîye weşandin, ragîhandîye.

Ewê destnîşan kirîye ku fîlma “Li welatê Artoda” yekem fîlma wê ya dirêj e. Di vekirina fêstîvala fîlman ya Lokarnoyê de, ew ê li meydana “Grandê” ji bo 8 hezar temaşevanan bê nîşandan. “Kêfxweşî, serbilindî, hêsir. Ji bo Ermenîstanê, welatê min, pir girîng e”,- derhênerê nivîsîye û spasîya tîma efirîner ya fîlm û piştgirên wê ji bo efirandina wê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button